7 sal şûnde derketin keşfê 2020-06-23 10:20:42   AMED - Polîsan 7 sal berê ciwanê 19 salî Şahîn Oner bi maşîna zirxî pelçiqandin û kuştin. Piştî kuştina Oner 7 sal şûnde hêj nû derketin keşfê û lêkolîn kirin.    Polîsan 7 sal berê bi maşîna zirxî Şahîn Oner, di 10’ê Sibata 2013’an de li Semta Şehîtlîkê ya Navçeya Yenîşehîr a Amedê kuştin. Kujerên Şahin Oner li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tên darizandin û doz hêj didome.  Piştî polîsan bi maşîna zirxî ya kodê 75 ya marka Shortlandê pelçiqandin, 7 sal şûn de derketin keşîfa cihê ku Şahin Oner lê hatiye kuştin. Di 4'ê Sibata 2020'an de 8’emîn danişîna doza kuştina Oner hatibû dîtin.  Dadgehê biryar dabû ku şahid û polîsê bersûc S.K. jî di keşifê de amade bibe û keşif di 17'ê Sibatê de li cihê bûyerê bê kirin. Di 17'ê Sibatê saet di 20.30'an de heyeta pêzan, heyeta dadgehê, parêzerê alîgir, du şahidê bûyerê, polîsê şahid û bersûc di keşfê de amade bûn. Li cihê bûyerê li bersûc û şahidan guhdar kirin û rapor amade kirin. Di rapora kesên pêzan de cih da îfadeya şahidan. Hat diyar kirin ku li cihê bûyerê û di saeta keşifê de lambayên kolanê têra xwe kolan ranî dikirin. Di raporê de diyar kirin ku milê maşîna zirxî ya bi kodê 75 û marka Land Rover a madela 2008'an ya tîpa Shortland yê ku maşînê paşve û bi şûnde dibe pir li pişt bû û firena destan ne li cihekî baş bû. Dîsa ji ber eyna maşîneyê moxila li pêş cama pêş dîtina ajokar asteng kiriye. Hat diyar kirin ku hîdrolîka direksiyonê û milê vitesê bi zorê dihat kontrolkirin."  Bi vê parastinê bêtir ajokar mafdar derxistin.    Di raporê de şahidên bûyerê jî anîn ziman ku leza maşîneyê pir zêde bû. Şahidan, diyar kirin ku maşîna polîsan bi lez ket Kolana Şehitlik û derbasî pêş Apartmana Selamet bû û wiha gotin: "Di wê kêliyê de zarokekî li ser kolanê direviya rawestiya û destê xwe rakir hewa. Maşîna ewil a zirxî ku ket kolanê li ciwan xist bin xwe û bi xwe re kaş kir. Lambeyên dikanan pêketibû û farên maşîna polîsan pêketîbû. Kolan pir qelebalix bû. Bombeyên gazê û îsotan dihatin avêtin. Mij hebû. Dema Şahin Oner direviya çima rawestiya û li polîsan zîvirî û destê xwe rakir em nizanin. Operatorê bêtêlê yê Maşina zirxî ya Shortland 75’ li cihê bûyerê bang li navendê kir û got: “Em li kolana 26'an in. Yek ji çalakgeran di bin maşînê de ma. Le bêtela navendê baş nehat famkirin. Operatorê duyemîn ê maşîna Shortland 45 jî bi bêtêlê ji navenda kantrolê re got 'Li erdê yek raza ye. Dema pirsa 'Qezaya trafîkê ye' pirsîn gotin 'Hatye tespîtkirin ku dibe ku ji ber molotof an jî teqemenî be. Dema bûyerê jinekê li xeta 112 a Lezgîn geriya û got: "Li kolana 26’an panêzar polîsan zarokek eciqand."