Dosyayek din a îşkenceyê bê ceza ma 2020-06-23 10:46:47   WAN – Dadgeha Îstînafê ya Erziromê biryar da ku polîs O.Ş. ê li ser gilîkirina gundiyên li Westanê hatibûn îşkenckirin tê darizandin bi 3 hezar TL ceza kir û vî hukmî taloq kir.    Li navçeya Westanê ya Wanê di 9’ê hezîrana 2017’an de piştî êrişa li dijî Miduriyeta Polîsan a Navçeyê polîsan 4 welatiyên ji berhevkirina karokan dizivirîn di têketina navçeyê de binçav kirin. Polîsan bi saetan îşkence li van welatiyan kiribûn. Gundî piştî hatin berdan giliyê polîsan kirin. Dadgeha Westanê tenê derbarê polîsê bi navê O.Ş. de doz vekir. Dadgehê derbarê polîs de biryara beraetê da. Dosye şandibûn Dadgeha Îstînafê ya Erziromê û ev dosye hatibû xerakirin û biryara ji nûve darizandinê hatibû dayîn. Li ser lidarxistina ji nûve ya dozê Daîreya Ceza ya 7’emîn a Dadgeha Herêma Erziromê derbarê polîs O.Ş. de ji sûcê “derbarê rayeya bikaranîna zorê sînor derbas kiriye û qestî birîndar kiriye” cezayek wek xelatkirinê hat dayîn. Dadgehê 3 hezar lîre ceza jî li polîs birî û vî cezayî taloq kir. Dadgehê îşkencekirina welatiyan bi xelatkirinê encam kir.    MA / Adnan Bîlen