Girtîgehê faksa ku Yuksekdag ji Farisogûllari şand sansûr kir 2020-06-23 12:02:11 ENQERE – Rêveberiya girtîgeha Amedê faksa Fîgen Yuksekdag a ji Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari yê girtî re şand sansûr kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin ji Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari yê parlamenteriya wî hat betalkirin û girtin re faks şand. Li gorî agahiyên ku parêzerên Yuksekdag belav kirin; miwekîla wan ji Farisogûllari faksa derbasbûyînê şandiye. Parêzeran da zanîn ku rêveberiya girtîgeha Amedê faqsê sansûr kirine û pişt re radestî Farisogûllari kirine.