Serokên baroyan pişta xwe dan Feyzîoglû 2020-06-23 12:08:34 NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê baroyan ên meşa wan tê astengkirin pişta xwe dan Serokê TBB’ê Metîn Feyzîoglû ku çû serdana wan û wî şermezar kirin.    Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) Metîn Feyzîoglû çû cihê serokên baroyan ku di têketina Enqerê de meşa wan tê astengkirin. Feyzîoglû xwest bi serokên baroyan re hevdîtinê bike. Li ser vê yekê serokên baroyan pişta xwe dan Feyzîoglû û yên li gel wî û hevdîtin qebûl nekirin.