Dozger îşkenceya li qereqolê nedît û îdeaname amade kir 2020-06-23 13:01:16   AMED - Dozger der barê Muhammed Emir Cura û Ferît Aytekin ên ji kuştina polîs Atakan Arslan berpirsiyar dît de îdeaname amade kir. Dozger îşkenceya li qereqolê li ciwanan hat kirin nedît û der barê Muhammed Emîr Cura û Ferit Aytekîn de cezayê muebeta gran xwest.    Di 30'ê Gulanê de li Taxa 5 Nîsana Navçeya Rezan a Amedê, polîs Atakan Arslan hatibû kuştin. Piştî wê polîsan Muhammed Emir Cura û Ferit Aytekin bi îdeaya berpirsiyarê kuştuna polîs in binçavkirin û li qereqolê îşkence kiribûn. Dozger der barê 4 kesên ku bi îdeaya polîs kuştine îdeaname amade kir û pêşkêşî 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir. Dozger der barê Muhammed Emir Cura û Ferit Aytekin de cezayê muebeta giran xwest. Der barê Mehmet Aydin de jî ji 15 salan heta 20 salan ceza xwest. Der barê kesên bi guman A.K. û M.E. de jî bi hinceta delîl reş kirine ji 1.5 salî heta 8 salan, der barê S.T. de jî bi hinceta delîl reş kirine, ji 6 mehan heta 5 salan ceza xest.    Lê dozger îşkencya ku li qereqolê li posîs hatiye kirin nedît.