Li herêmek nêzî qereqolê şewat derket 2020-06-23 15:28:21   ŞIRNEX – Li ber qereqola leşkerî ya li bejahiya gundê Dîrseklî ya navçeya Cizîrê şewat derket.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji ber sedemeke ne diyar li derdora Qereqola Leşkerî ya Zûranê ya li mezraya Îsaaxa ya girêdayî gundê Gendayê şewat derket. Ji ber ku cihê şewat lê derketiye nêzî qereqolê ye bal dikişîne û bi zêdebûna bayê re şewata derketî berbelav dibe.    Hat diyarkirin ku agirkuj ji bo vemirandina şewatê çûne cihê herêma şewat lê derketiye. Lê ji ber ku hin deverên şewat lê derketiye rê naçine wan, agirkuj nikarin xwe bigihîninê.