Reşêşka baranê Stenbol di bin avê de hişt: Kesek mir 2020-06-23 18:38:57   STENBOL - Reşêşka barana havînê ku li Stenbolê bariya gelek semt û tax di bin avê de hişt. Li navçeya Esenyurtê serabên avê xetimîn û gelek mal û kargerî di bin avê de man. Di lehiyê de welatiyekî Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da.      Li Stenbolê di saetên esir de reşêşka baranê bariya. Piştî reşêşka baranê li kolanên Dolmabahçe ya Beşîktaşê bariya lehî rabû. Li navçeya Esenyurtê serabê avê xetimîn û gelek kargerî û mal di bin avê de man. Disa trafîk felç bû. Li taxa Pınarê mal û kargerî di bin avê de man. Li Ortakoyê ji ber ba û bahozê hin dar şikestin. Arnavutkoy gelek mal di bin avê de man.    Li pira Madenler a Çekmekoyê jî ji ber av rabû trafîk xetimî. Li Hadimkoyê jî ji ber lehiyê TIR'ek qulipî. Li navçeyên Sultanbeyli, Sancaktepe, Umraniye û Uskudarê barana zêde bandorek mezin li ser welatiyan û trafikê çêkir. Waliyê stenbolê Alî Yerlîkaya, diyar kir ku ji ber lehiyê li Navçeya Esenyurtê welatiyê 30-32 salî yê ji Sûriyeyê jiyana xwe ji dest da.