ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-24 09:00:07 * Rojnamevan Nîhat Kaya ku hevdîtinên yekîtiya neteweyî ya kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên dişopîne, ji bo ENKS'ê got: "Wê ENKS ligel Tirkiyeyê hereket bike an di nav yekîtiya kurd de cih bigire? Mecbûr e êdî biryarekê bide." * Çalakgerên ku ji herêmên cuda yên DYA'yê tev li çalakiya George Floyd bûn, diyar kirin ku çalakiyê rê li pêş guhertinek mezin vekir. Çalakger Canaan Mattson xwest gelê cîhanê bi cavên berxwedêran rastî û heqîqetê bibîne.    *Hevseroka Şax a SES a Rihayê Eylem Salar, bal kişand ser zêêdebûna pêketiyan û negirtina tevdîran. Salar, got: "Divê em hînî jiyana bi vîrûsa coronayê re bibin û tevdîrine domdirêj û dorfireh bigirin."    * Li Cizîrê hingî kes bi şewbê ketine li nexweşxaneyê cih nemaye. Her wiha piştî 4 karmendên PTT'ya bajêr bi şewbê ketin PTT hat girtin.    * Li gundê Meleqeremê yê Giyadînê Casim Bakir li seraya ku bi enerjiya jeotermalê tê germkirin tam 6 mehan firingî, xiyar, tirp û marolan diçîne.    * Hevseroka Dîwanê ya Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê Evîn Tayboga, got: "Armanca Tirkiyeyê fetisandina gelê kurd e."   * Şaredariya AKP'î mehek e av ji ser welatiyên taxa Konutlarê qut kiriye. Hem avê ji ser welatiyan qut dike û hem jî bêyî avê bide welatiyan fatûre dibire. Welatiyên ev yek şermezar kirin û gotin: "Nêzî 3 meh in av ji ser me qut kirine. Ev di kîjan wîjdan û mirovahiyê de heye?”