Şaredariya AKP’î meheke avê nade: Ji bo ava nade 188 TL fatûre birî 2020-06-24 09:08:59 ŞIRNEX - Şaredariya AKP'î mehek e av ji ser welatiyên taxa Konutlarê qut kiriye. Hem avê ji ser welatiyan qut dike û hem jî bêyî avê bide welatiyan fatûre dibire. Welatiyên ev yek şermezar kirin û gotin: "Nêzî 3 meh in av ji ser me qut kirine. Ev di kîjan wîjdan û mirovahiyê de heye?”   Piştî ku boruyên Çemê Mijîn a girêdayî Elkê ku avê dişîne navenda Şirnexê teqiyan, nêzî mehekêye avê nadin navenda bajêrê Şirnexê. Ji ber vê welatî pirsgirêkên mezin dijîn. Welatiyên tax û gundên derdora bi zahmetî avê temîn dikin. Lê li tevî hemû gazinc û giliyên welatiyan jî, balkêşe ku şaredariya AKP’ê bi tu awayî ji vê pirsgirêkê re nabe bersiv. Yek ji taxên ku bi heman pirsgirîkê re rû bi rû ye taxa girêdahî navenda Şirnexê a Konutlarê ye. Welatiyan  ji nêçarî bi sondajê bîra avê kolandin û pêdiviyên xwe yên avê yên rojane temîn dikin. Şêniyên taxê bertek nîşanî neherikîna avê dan û diyar kirin ku ji ber ku ew HDP’î ne şaredarî wan ceza dike.    ‘EM NIKARIN NIMÊJ BIKIN'   Ji welatiyên taxê Halîm Kilic nêrazîbûn nîşanî şaredariyê da û wiha axivî: "Ne dayîna avê ne wijdan û miroviye. Em êdî dixwazin ava me bê. Ji meha Remezanê heta îro ava me naherike. Heta ku em dewlikek avê digirin em perîşan dibîn. Ji ber ku ava me nayê em nikarîn nimêj bikîn. Cihê ku av lê tune be, li wir ne paqijî û ne jî aramî heye.”   ‘GER AV TUNEBE, EMÊ ÇAWAN PAQIJÎ BIKIN?'   Kiliç, anî ziman ku ava wan tune û ji ber vê nikarin xwe ji nexweşiyan biparêzin. Kiliç, bal kişand ser helwesta şaredariyê û got: "Dema ku em diçîn şaredariyê, ji me re dibêjin tişteke wisa tune ye. Me derewîn derdixînin. Xwedê şahîde ku ji ber nehatina avê hemû dar û daristanên me hişk bûne. Em di demsala havînê de ji avê re bi hesretîn. Nexweşiya şewba koronayê heye. Her roj dibêjin xwe paqij bikin. Ger ku av tune be em ê çawa paqijiyê bikîn? Ji bo paqijiyê av lazim e. Ma ev  pêkûte di kîjan wîjdan û mirovahiyê de heye?”   ‘TUNEBÛNA AVÊ HERÎ ZEDE BANDORÊ LI SER JINAN DIKE'    Şêniya taxê Fatma Uyar jî, bal kişand ser pirsgirîka tunebûna avê û wiha got: "Tunebûna avê herî zêde bandorê li ser jinan dike. Me ji tu şaredariyan pêkûtiyeke bi vî awayî nedît. Cara yêkeme ku em bi rewşeke wiha re rû bi rû tên. Ne rêyên me çêdikin û ne jî avê didin me. Ji ber çi ava me qut dikin? Çima av nadin me? Nêzî 3 meh in ava me naherike. Em ji mafê xwe yê herî xwezayî bêparin. Dema em diçîn şaredariyê, dibêjin ji ber ku dar û zeviyên we pirin av têra we nake. Ew çi bikin bila bikin, em ê nehêlîn ku darên me hişk bibin. Em bi derfetên xwe bi tankeran depoyên ava tije dikin. Ma emê heya kengî bi ava depoyan pêdiviyên xwe pêşwazî bike? Berpirsyariya malê ji ber ku ser milên jinane, herî zêde nebûna avê bandorê li jinan dike. Em jin avê vedikêşîn. Di nav van şert û mercan de em ê çawa paqijiya xwe bikin û xwe ji koronayê biparêzin? Ez nexweşim û her roj avê dikêşim. Em ji şaredariyê xizmetê dixwazin, em avê dixwazîn.”    ‘EM KINCÊN XWE JI BO ŞÛŞTINÊ DIŞÎN IN CIZÎRÊ'   Ayfer Yilmaz jî, anî ziman ku ji ber ku ava wan tune ye ew ji bo şûştinê kincê xwe dişine Cizîrê û wiha bilêv kir: "Ji bo ava ku naherike 188 TL pere fatûre ji me re hatiye. Ji cejna Remezanê heta niha ava me nayê. Dema ku em diçîn şaredariyê jî, her rayedarek me ji rayedarek din re berhêlî dike. Bi tankeran ji me re av tînin. Ji roja cejnê ve heya niha tenê 3 caran ava me hatiye. Ji ber ku av tune ye, em nikarîn paqijiyê bikin. Em pirî caran avê dikirin. Ma ev bi heq e? Em dixwazin ku bi lez û bez ev pirsgirîka heyî bê çareserkirin.”    MA / Zeynep Durgut - Mujdat Can