'Divê em hînî jiyana bi şewbê re bibin û tevdîrine domdirêj bigirin' 2020-06-24 09:12:29   RIHA - Hevseroka Şax a SES a Rihayê Eylem Salar, bal kişand ser zêêdebûna pêketiyan û negirtina tevdîran. Salar, got: "Divê em hînî jiyana bi vîrûsa coronayê re bibin û tevdîrine domdirêj û dorfireh bigirin."    Li Tirkiyeyê piştî pêvajoya "asayîbûnê" dest pê kir, vê carê bi taybetî li bajêrên herêmê hejmara kesên bi şewba vîrûsa Covîd-19'ê dikevin zêde dibe. Yek ji van bajaran jî Riha ye. Di demên dawî de li Rihayê gelek tax û avahî hatine karantînakirin. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Rihayê Eylem Salar, diyar kir ku piştî pêvajoya "asayîbûnê" mirov bi rihetî tev geriyane û got, niha li nexweşxaneyan gişa pêketî hene.    Salar hişyar kir ku "Heger ev pêkanîn dewam bikin wê çend roj şûnde li Rihayê hejmara pêketiyan zêdetir bibe" û got, ne rast e berpirsiyariya vê yekê li gel bê barkirin. Salar, anî ziman ku wisa xuyaye wê ev şewb di demeke kurt de neqede û got: "Divê em hînî jiyana bi vîrûsa coronayê re bibin û tevdîrine domdirêj û dorfireh bên girtin. Heger tevdîr neyên girtin û kêm bin ev tê wateya ku wê gelek mirovên me bimirin."    Salar, anî ziman ku hejmarên fermî rewşa bajêr rast nadin der û bal kişand ser zêdebûna hejmara pêketiyan ku piştî pêvajoya asayîbûnê zêde bûe. Salar, got: "Her diçe hejmara pêketiyan zêde dibe. Li Rihayê berê kesên pêketî li du nexweşxaneyan dihatin şopandin, lê belê niha li 4 nexweşxaneyan û nexweşxaneyên navçeyan tên şopandin. Li nexweşxaneyan hemûyan pêketî hene. Ev bi tenê jî nîşan dide ku ka hejmara pêketiyan çi qasî zêde ye."    FÎLYASYON KARÊ XWE BAŞ NAKE   Salar, anî ziman ku divê hejmara pêketiyan û hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin bi awayekî zelal bi raya giştî re bên parvekirin û got: "Mêze kin hê nû bikaranînan maskeyan mecbûrî kirin. Kafe, restoran û AVM vekirîne. Mirov wekî berê jiyana xwe ya rûtînd idomînin. Sedem herî mezin a zêdebûna pêketiyan ev e. Her wiha Fîlyasyona RIhayê qet nebaş e. Em dizanin ku xebatên fîlyasyonê baş nayên kirin."     TENDURISTKARÊN BI ŞEWBÊ KETINE    Her wiha Salar bal kişand ser rewşa kedkarên tenduristiyê jî û got: "Herî dawî giştînameyek derxistin. Bi vê giştînameyê re amîrên desteyê di pêvajoya pandemiyê de karên kesan bişînin deverên din. Ev pirsgirêkeke mezin e. Her wiha daneyên der barê tenduristkarên bi şewbê ketine jî nayên parvekirin. Bi qasî agahiyên bi dest me ketine, piştî pêvajoya asayîbûnê bi taybetî li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê gelek kedkarn tenduristiyê bi şewbê ketine."