'Çeka herî mezin yekitî ye' 2020-06-24 09:55:43 AMED - Endamê MYK'a PAK’ê Hanîfî Turan êrîşên TSK'ê yên li dijî Herema Federe ya Kurdistanê rexne kir û got: "Li dijî êrîşan çeka herî mezin yekitiya neteweyî ye."  Endamê Lijneya Rêveberiya Navêndî (MYK) ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hanîfî Tûran, der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li Herêma Fedaral a Kurdistanê de axivî. Tûran, destnîşan kir ku Tirkiye bi sala ne êrîşî Herema Federe ya Kurdistanê dike û got: “Dema mirov li şer dinêre, şer li Bakûr e. PKK li Bakûr şer dike. Êrîşên Tirkiye serweriya hikumeta Federe ya Kurdistanê û parlementoya wê binpê dike. Ev nayê qebûl kirin. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku dest ji şer berde. Çareserî li ser maseyê pêş dikeve. Divê hemû nûnerên aliyên gelê kurd li ser wê maseyê kom bibin û pirsgirêkê çareser bikin. Çareserî bi diyalogê pêş dikeve."    'HEMÛ DEWLETÊN DAGIRKER LI DIJÎ YEKÎTIYA KURDAN IN'   Tûran, diyar kir ku hemû dewletên ku axa kurdan dagir kirine, li dijî yekitiya kurda ne û wiha axivî: “Di referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de Tirkiye, Îran û Îraq bûn yek alî. Dixwazin hemû destkeftiyeke kurdan jî destê wan bigirin. Ji ber wê lazim e kurd li çar perçeyan bibin yek û têbikoşin." Tûran, hevhatina Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî nirxand û got: “Me di destpêkê de xwest ENKS û TEV-DEM li ser esasên Peymana Hewlêr û Dihokê ser maseyê rûnên. Îdareyeke eskerî, aborî, perwerdehî û di hemû beşên jiyanê de hevbeş ava bikin. Îro ev pêk hat. Em keyfxweş in û aliyên ku peyman îmze kirine pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev bibe destpêkek kurd li Rojavayê Kurdistane bibin xwedî statu."    ‘XELASÎ YEKÎTIYA KURDAN E'    Tûran, da zanîn ku her partî û rêxistin di têkiliyên cîranên xwe de divê berjewendiyên gelê xwe bidin pêş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em baş bizanibin ku Suriye, Tirkiye, Îran û Iraq jî naxwazin ku kurd yekitiya xwe ava bikin. Ji bo yekitîyê xera bikin her tiştî dikin. Wê gefan jî li me bixwin û li me jî bixin. Li dijî êrîşên wan çeka me ya herî mezin yekitiya me ye. Divê em bibin yek. Kengî me xwe li ser hev ferz nekir wê yekitiya me jî ava bibe. Em ê di asta navnetewî de jî bi rumet bin. Xelasî yekîtiyî ye." Tûran, anî ziman ku ji ber hêzên navnetewî li gor berjewendiyên xwe tevdigerin li dijî êrîşên Tirkiyê bêdeng in û wiha lê zêde kir: “Dema berjewendiyên dewletan derdikeve holê nirxên mirovî û yên demokrasiyê li cihekî dimînin. Hewceye em jî berjewendiyên gelê xwe û hêzên mezin bikin yek. Wê demê dê qezenca me zêde bibe.”   'DESTKEFTIYÊN KURDAN LI KU PÊŞ DIKEVE ÊRÎŞÎ WIR DIKIN'   Tûran, herî dawî xwest partiyên li her çar parçeyên Kurdistane li dijî êrîşên dewletên cîran bertek nîşan bidin û wiha bi dawî kir: "Em weke PAK'ê ji roja ewil bertek nîşanî tevgerên dewleta Tirkiyê û Îranê didin ku dev ji êrîşên xwe berdin. Tirkiye PKK'ê ji xwe re dike hinceta êrîşan. Dema referandumê jî refarandûn kirin hincet. Her tim hincetan çêdikin. Destkeftiyên kurdan li kîjan perçeyî xurt bibin ew dê mudahaleyî wan parçeyan bikin. Bi taybet jî Îran û Tirkiye. Gengaze ku di warê siyasî de weke hev nefikirin. Lê divê em rêzê nîşanî fikrên hev bidin û em berjewendiyên gele xwe bidin pêşiya her tiştî. Wê demê dê êrîş jî bisekinin û em jî dê rizgar bin.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Ergîn Çaglar