Hevseroka Dîwana Meclîsa Mexmûrê Tayboga: Armanca Tirkiyeyê fetisandina gelê kurd e 2020-06-24 09:56:26   MÊRDÎN - Hevseroka Dîwanê ya Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê Evîn Tayboga, got: "Armanca Tirkiyeyê fetisandina gelê kurd e."   Ev demeke Tirkiye bi balafiran Kampa Mexmûrê bombeberan dike. Heya niha di van bombeberanan de hin sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Hevseroka Dîwanê ya Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê Evîn Tayboga, destnîşan kir ku li her derê êrîş li ser gelê kurd hene û got: "Li hemberî gelê kurd di warê derûnî, fizîkî û şerê taybet û çekdarî de êrîş li ser gelê kurd hene. Lê belê wê gelê kurd bêdeng nemîne."   ‘RÊVEBERIYA HERÊMÊ Û TIRKIYE ŞIRÎKÊ HEV IN'   Tayboga, anî ziman ku bi taybetî kamp hedef hatiye girtin û got, Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê jî xwe li bêdengiyê datîne. Tayboga, destnîşan kir ku bi êrîşên li ser kampê tê xwestin vîna gelê kurd bê şikandin û got: "Êrîşê dibins er Şengal û Qendîlê. Ev der bi taybetî hatine hilbijartin. Çimkî herî zêde ev der li dijî hewldanên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê radibin. Ev der dengê xwe bilidn dikin lê belê hikûmeta herêmî jî hewl dide pêşî li ber vê rabûnê bigire." Tayboga, destnîşan kir ku di warê êrîşan de Rêveberya Herêmî û Tirkiye şirîkantiya hev dikin û got: "Heger ne şirîk bûna wê pêşî li ber dijrabûnê negirtana. Çimkî kes naxwaze gelê wî bi êrîşan re rû bi rû imîne. Bêdengiya rêveberiya herêmî nîşan dide ku tunekirina gelê kurd qebûl dike."   Tayboga ku got "Roj roja hebûn û tunebûnê ye" got: "Êrîşên niha tenê ne li ser PKK'ê ne. Divê hikûmeta herêmê xwe nexapîne. Heger hedef PKK bûna wê li Şeladizê ciwan şehîd nexistana. Wê li hemberî pêşmergeyan êrîş çênebûna. Ev jî nîşan dide ku armanca wan fetisandina gelê kurd e. Armanca wan hebûna gelê kurd e. Li Bakur çawa ku ciwanekî krud ji ber stranên kurdî guhdar kir hat kuştin, li Başûr jî nayê xwestin gelê kurd xwedî li mafên xwe derkeve. Ev êrîş li ser vîna gelê kurd, li ser hebûna gelê kurd û têkoşîna azadiyê ya ji bo mirovahiyê ye. Êrîşên li ser maf û azadiyên mirov e."   ‘ÎRO ŞELADIZÊ SIBÊ ZAXO'   Tayboga bang li hêzên kurd û hikûmeta herêmî kir û got, gere li ber êrîşên Tirkiyeyê bêdeng nemînin. Tayboga, bibîr xist ku li Mexmûrê 12 hezar mirov dijîn û got: "Di nav wan de jin, zarok û ciwan hene. Ev der ne devereke eskerî ye. Divê li ber êrîşên li ser kampê kes bêdeng nemîne. Divê ji bo kuştina 6 ciwanên li Şeladizê kes bêdeng nemîne. Heger îro Şeladizê hedef hatibe girtin wê sbê ciwanên Zaxoyê hedef bên girtin. Divê bêdeng nebe. Heger em li ber van êrîşên li ser Başûr bêdeng bin wê sibê êrîşî deverine din bikin. Loma divê em berxwedanê mezintir bikin."