Qeyûm tayînî Şaredariya Sarûcanê ya HDP’î hat kirin 2020-06-24 12:31:01   XARPÊT – Qeyûm tayînî şûna Hevşaredarê Şaredariya Sarûcanê ya HDP’î Bekîr Polat ku hatibû binçavkirin, hat kirin.    Li navçeya Depê ya Xarpêtê, duh polisan bi ser mala Hevşaredarên Şaredariya Bajaroka Sarûcanê Bekîr Polat û Canan Tagtekîn de girtibûn û ew binçav kiribûn. Bi hinceta lêpirsîna derbarê wan de hevşaredar Polat û Tagtekîn ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin û Alîkarê Waliyê Xarpêtê Erkan Kaçmaz weke qeyûm tayînî şûna wan hat kirin.    HEJMARA QEYÛMAN DERKET 46’AN   Bi vê tayînkirina qeyûm re hejmara şaredariyên HDP’ê ku qeyûm tayînî ser wan hatine kirin, derket 46’an. HDP’ê di Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de 64 şaredarî qezenç kiribû. Ji van şaredariyan 46 jê qeyûm tayînî ser wan hatin kirin û 6 jê jî bi hinceta ku hevşaredarên wan KHK’î bûn, hatibûn desteserkirin. Tenê 13 şaredarî di destê HDP’ê de man.