Danişîna rojnamegeran dest pê kir: Vê şermê bi dawî bikin 2020-06-24 12:55:56   STENBOL – Danişîna rojnamegerên ji ber nûçeya merasîma cenazeyê endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê hat kuştin çêkirin dest pê kir. Beriya danişînê rojnameger, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî bang kirin û gotin “vê şermê bi dawî bikin.”    Danişîna ewil a doza 6 jê girtî 8 rojnamegerên ji ber nûçeya merasîma cenazeyê endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê hat kuştin tên darizandin dest pê kir. Danişîn li 34’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê lidarxistin. Beriya danişîna Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk, Midurê Nivîsan a Yenî Yaşamê Aydin Keser, Midurê Nûçeyan a Odatv Bariş Terkoglû, Gerînendeyê Weşana Odatv Bariş Pevhlîvan, nûçegihana Odatv Hulya Kilinç, nivîskarê rojnameya Yenîçagê Mûrat Agirel ku girtî ne û du rojnamegerên negirtî tên darizandin Înîsiyatîfa Haberîn Var Mi li ber dadgehê daxuyanî hat dayîn.    BERIYA DANIŞÎNÊ DAXUYANÎ DAN    Gelek rojnameger, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn û dowîzan hildan. Endama Înîsiyatîfa Haberîn Var Mi rojnameger Mehveş Evîn daxuyanî da û got ew li pey heqîqetê ne û ew ê bêdeng nebin.    Piştî daxuyaniyê, Serokê Basin Îşê Farûn Eren, Serokê TGS’ê Gokhan Dûrmûş, Sekretera TGC’ê Sîbel Guneş, Nûnerê RSF’ê Erol Onderoglû, Parlamentera HDP’ê Huda Kaya, Parlamenterê CHP’ê Tuncay Ozkan, Serokê Partiya Îyî yê Stenbolê Mehmet Satûk Bûgra Kavûncû axivîn û gotin “vê şerma xwe bi dawî bikin.”  Piştî axafitinan şandeya rojnameger û siyasetmedaran derbasî dadgehê bûn û tevlî danişînê bûn.    Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.