Dê 3 jinên kurd bi merasimekê bên definkirin 2020-06-24 13:16:10 KOBANÊ - Balafirên bêmirov ên biçek ên Tirk (SÎHA) doh bombe li gundê Helîncê yê Kobanê barandibûn. Di êrîşê de 3 jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên 3 jinên kurd dê bi merasimekê defin bikin.    Şevê din balafirên bê mirov ên bi çek ên Tirk (SÎHA) li gundê Helînce yê Kobanê bombe barandin û 3 jinên Kurd qetil kirin. Cenazeyên endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel û Emîne Veysî û endama Kongreya Star a Herêma Firatê Hebûn Mele Xelîl wê sibe saet di 17:00 de bi merasîmekê bên veşartin.