Ebdi: Sûîqast berdewama polîtîkaya komkujiyê ye 2020-06-24 13:43:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku Tirkiye hê jî peymanên 17'ê Cotmehê û 22'ê Cotmehê bin pê dike û ev tişt got, “Dewleta tirk polîtîkaya xwe ya komkujiyê didomîne."    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demöokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê twîtterê der barê êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ya li dijî gundê Helincê yê Kobanê de daxuyaniyek da û wiha got: “Tirkiye hîn jî hiqûqa navneteweyî û peymanên 17'ê Cotmehê û 22'ê Cotmehê bin pê dike, ku ew peyman bi piştgiriya Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve hatin amadekirin û şertên ji bo rawestandin êrişên dewleta tirk ên li ser herêma me destnîşan dikir."   'WEZÎFEYA AMERÎKA Û RÛSYAYÊ...'   Ebdî, destnîşan kir ku rawestandina polîtîkayên paqijiya etnîkî û binpêkirinên Tirkiyeyê, di çarçoveya peymanên cotmehê û hiqûqa navneteweyî de wezîfe û berpirsyariya Amerîka û Rûsya ye ne û ev tişt got: “Beriya salvegera pêncan a komkujiya sala 2015'an ku 271 jin, zarok, extiyar hatin kuştin, sûîqesta li dijî aktîvîstên jin, êrişa li ser sivîlên li gundê Helincê û Kobanê dewama polîtîkaya komkujiyên li dijî Kurdan e."