6 sal ceza dan Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig 2020-06-24 15:55:42   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ku ji peywirê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Li Hevşaredarê navçeya Cizîrê ya Şirnexê Mehmet Zirig ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Hat hînbûn ku daneşîna Zirig li Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hatiye dîtin û bi hinceta “endamtiya rêxistinê” ceza lê hatiye birîn.    Hat diyarkirin ku li gelek kesên ku bi Zirig re di heman dosyayê de hatine darizandin ceza hatine birîn.