Girtiyên di heman kogûşê de dimînin enfeksiyon girtin 2020-06-25 10:15:27   AMED – Malbatên 3 girtiyên asteng û nexweşên giran ku li Girtîgeha Metrîsê dimîn, diyar kirin ku her sê girtî di heman kogûşê de tên girtin û enfeksiyon girtine. Malbatan, bang li rêxistinên sivîl kir ku derbarê mijarê de bi awayekî lezgîn bikevin tevgerê.    Hat diyarkirin ku Serdar Yildirim (27) ku ji sedî 98 asteng e, Abdûllah Tûran (23) bi nexweşiya felcê ye û Engîn Aktaş (32) ku her du destên wî tunene, li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê li heman kogûşê tên girtin û enfeksiyon girtine. Birayê Yildirim Sedat Yildirim, da zanîn ku di 23’ê hezîranê de bi birayê xwe re bi rêya teleonê axiviye û piştî vê axftinê gumanên wan zêdetir bûne û bang li parlamenter, rêxistinên sivîl û baroyan kir ku bi awayekî lezgîn bikevin nav liv û tevgerê. Yildirim, mirina girtiyê çend roj berê yê li girtîgeha Amedê bi bîr xist û got ku heke bergirî neyên girtin dibe ku 3 cenazeyên din jî ji kogûşekê derkeve.   ‘RANAKIN NEXWEŞXANEYÊ’   Yildirim, di berdewamê de got ku birayê wî jê re ev tişt gotiye: “Em bi mirinê re rû bi rû ne. Me enfeksiyon girtiye. Li gel ku me enfeksiyon girtî ye jî seromê li me didin û me di heman kogûşê de digirin û nabin nexweşxaneyê. Li vir rewş xerab e. Divê lezgînî gav bên avêtin. Em tenê bêhn digirin. Lê li gel vê yekê jî em bi memeleyeke derveyî mirovahiyê re rû bi rû ne. Ew dibêjin enfeksiyon belkî vîrûs be jî. Dibe ku ji bo dilê me neêşîne dibêje enfeksiyon.”   ‘WÊ GIRTÎGEH BIBE BERPIRSYAR’   Bavê Tûran Mehmet Zahît Tûran, diyar kir ku kurê wî nikare xwe bileqîne û wiha got: “Hemû wesfên laşê wî îflas kirine. Heke tiştek bê serê zarokên me wê girtîgeh berpirsyar be. Êdî bes e, hem ew hem jî malbatên wan perîşan bûn. 3 girtiyên bi vîrûsê re rû bi rû niha li girtîgehê di kogûşekê de tên girtin. Jixwe birînên kurê min xedar bûn. Enfeksiyon ji bo van birînan talûke ye. Dibe ku her kêlî tiştek bibe.”