Girtiyê nexweş nabin revîrê 2020-06-25 12:33:31   MÊRDÎN - Mehmet Farûk Ergîn ê ji Doza Nisêbînê li Girtîgeha Hejmara T-2 a Osmaniyê girtiye, nabin revîrê.   Girtiyê bi navê Mehmet Farûk Ergîn ê ji Doza Nisêbînê li Girtîgeha Hejmara T-2 a Osmaniyê girtiye, di hevdîtna telefonê ya malbata xwe de bal kişand ser pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê û got, rêveberiya girtîgehê wî nabin revîrê. Engîn, diyar kir ku ji bo rêveberiya girtîgehê wî bibin revîrê daxwazname daye, lê ev daxwaza wî nehatiye qebûl kirin. Engîn ragihand ku rêveberiya girtîgehê bi awayekê keyfî nêzî wî dibe û amûrên paqijiyê dan wan.   Me li girtîgehê geriya. Lê rêveberiya girtîgehê diyar kir ku ewê derbarê mijarê de tu agahiyan nedin.