Li Heftanînê gelek leşker birîndar bûn 2020-06-25 13:31:52   ŞIRNEX - Hat diyar kirin ku di operasyona li Heftanînê hat destpêkirin de gelek leşker birîndar bûn û leşkerên birîndar li nexweşxaneya Şirnexê tên dermankirin. Operasyona leşkerî ya li dijî herêma Heftanînê ya girêdayî Herêma Kurdistana Federe ya Îraqê dest pê kiribû, dewam dike. Li gorî daxuyaniyên fermî heya niha 2 leşkeran di operasyonê de jiyana xwe ji dest dane û li herêmê liv û tevgereke zêde ya hewayî heye. Hat destnîşan kirin ku dem bi dem herêm tê bombebaran kirin.   Hat zanîn ku li herêmê şerek dijwar heye û gelek leşker birîndar bûne. Li gorî çavkaniyên herêmê leşkerên birîndar bi helîkopteran sewqî navenda Şirnexê tên kirin û li nexweşxaneya leşkerî tên dermankirin.    Bal kêşe ku derbarê rewşa tê jiyîn de, heya niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.