Di erdheja Wanê de gelek avahî û axuran xesar dît 2020-06-25 14:46:07   WAN – Hat diyarkirin ku di erdheja bi pîleya 5.4 ku li navçeya Qelqeliye pêk hat de gelek avahî û axuran xesar dîtine.    Di erdheja bi pîleya 5.4 ku li navçeya Qelqeliyê ya Wanê pêk hat de gelek gundan xêsar çêbû. Li gundê Selexaneyê yê navçeya Payîzavayê gelek avahiyan xesar dît. Dîsa li gundên nêzî sînorên Îranê yên navçeyên Qelqelî û Seravê jî ku di erheja beriya niha de xesar dîtibûn,  di avahî û axuran de gelek xesar pêk hatin. Derbarê mirinê de heta niha tu daxuyanî nehatine dayîn lê hat ragihandin ku dema erdhejê kesekî xwe ji paceya mala xwe avêtiye û piyê wî şikiyaye û ew rakirina nexweşxaneyê.