Rojnamegerê ku karîkaturê Tahîr Elçî parve kiribû ceza kirin 2020-06-25 15:43:40 AMED -  Rojnameger Ozgur Paksoy ku karîkaturê karîkaturîst Carlos Latûff ê kuştina Tahîr Elçî kiribû mijar, parve kiribû, bi hinceta ku ‘heqaret li serokkomar kiriye’ 11 meh û 20 rojan ceza lê hat birîn.  Yekemîn daneşîna doza ku ji ber parvekirina karîkaturê karîkaturîst Carlos Latûff ê kuştina Tahîr Elçî kiribû mijar, li Rojnameger Ozgur Paksoy hatibû vekirin, hat dîtin. Doz bi bi hinceta ku ‘heqaret li serokkomar kiriye’ li Paksoy hatibû vekirin û daneşîna wê li Dadgeha Sizayî ya Giştî ya Hezexê hat dîtin. Paksoy û parêzerê xwe Resûl Tamûr, ji Amedê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî daneşînê bûn.    ‘JI BER KÎNÊ MIN PARVE KIR’    Daneşînê bi xwendina doznameyê dest pê kir û Paksoy parastina xwe kir. Paksoy, diyar kir ku mexseda wî ne heqareta li serokkomar bûye û ji ber kîna xwe ya li hemberî kuştina Tahîr Elçî karîkatur parve kiriye. Parêzerê Paksoy Resûl Tamûr jî parastina muwekîlê xwe kir û da zanîn ku parvekirina karîkatur li gorî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ne sûc e û beraeta muwekîlê xwe xwest.    CEZA HAT DAYÎN    Piştî parastina Paksoy û parêzerê wî Tamûr, heyeta dadgehê biryar da ku bi sûcdariya “heqareta li serrokomar kiriye” 11 meh û 20 rojan cezayê girtîgehê li Paksoy bê bîrin. Dadger, biryar da ku paşê  hikum bê aşkerakirin.