Beştaş: Qeyûman projeyên şaredariyên HDP'ê betal kirin 2020-06-25 16:02:25   ÊLIH - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Danış Beştaş, diyar kir ku qeyûm projeyên şaredariya Sêrtê ku dema di destê HDP'ê de bû betal kiriye. Beştaş, anî ziman ku qeyûm li gorî pêdiviyên civakê xizmetê nake û bertekên xwe anîn ziman.    Wekîla Serokên Koma Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) û parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, têkildarî pratîkên qeyûm ê Sêrtê daxuyaniyek nivîskî weşand. Beştaş tayînkirina qeyûman wekî darbeyê pênase kir û got: "Aqilê dewletê ku vîn û hilbijêrên gel qebûl nake, piştî pêvajoya OHAL'ê polîtîkayên peyûm kirin zagon. Qeyûm mêtîngeriya li ser gel qat bi qat didomîne. Şaredariya HDP'ê di 13 mehan de 55 proje pêş xist û 18 proje xist meriyetê. Şaredariya HDP'ê park, malên şînê, ofîsên keya, konseyên bajar, projeyên pir zimanî û Navendên Piştevaniya Jinê, Jinkart, qadên şitlên daran, xizmeta bêtarê bê pere, rêyên bisikletan, qursên havînê, gomên sewalan, sandalyeyên bi teker û projeyên ku berê pêdiviya civakê pê hebûn xist meriyetê.    Çawa ku Qeyûm hat ser kar, Pirtûkxaneya Celadet Elî Bedirxan kir hedefa xwe. Qeyûm dîsa projeya Otogara Navçeyan û  6000 kolî alîkariya zexîreyan bi lez betal kir. Projeyên Bazara Keda Jinê, Malên hunerê, Projeyên Felsefeyê bi lez rawestand. Qeyûm berî her tiştî projeyên ku pêdiviya civakê jê heye betal dike. Ev hişmendiya wan a li dijî civakê nîşan dide. Em dibînin ku qeyûm gel dide hemberî xwe û ne ji bo gel xizmetê dike. "   Beştaş anî ziman ku qeyûm berî her tiştî projeyên jinan betal kirin û wiha lê zêde kir: "Qeyûm Navenda Piştevaniya Jinan a Berfîn, Qreşa Pêkên Biçûk û Mala Xizmetê ya Rojê, Jinkart, Şahiyên 8'ê Adarê, Atolyeya hunera destan, Atolyeya Wêneyan betal kirin. Dawî li xebatên jinê anîn. Li şûna personelên van xebatan, kesên êzî xwe di kar de bi cih kirin."