'Erdogan daye ser şopa Hîtler' 2020-06-25 17:30:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên Mafê Mirovan ên Herêma Firatê ji bo lêkolînkirina sûcên Tirkiyeyê xwestin komîteyeke lêkolînê bê avakirin û sucên Tirkiyeyê lêkolîn bikin. Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê jî diyar kir ku Erdogan daye ser şopa Hîtler.   Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê kuştina 3 jinan kurd ên li Kobanê ji aliyê SÎHA ve hatin qetilkirin şermezar kir û xwest hesab ji Tirkiyeyê bipirsin.  Meclîsa Kantona Kobanê jî kesên di Komkujiya 25`ê Hezîranê ku ji aliyê DAÎŞ`ê di sala 2015`an li gundê Berxbetan ve pêk hat û di encama wê de 233 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anîn. Endama Rêxistina Mafên Mirovan Nesrîn Elî daxuyanî xwend û got: "Sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne roj bi roj zêde dibe û ji kuştin, koçberkirin, qirkirina etnîk destûr û qanûn ji xwe re girtiye. Em şehîdên komkujiya 25`ê Hezîranê bi bîr tînin. Dewleta Tirk berpirsa yekemîn û ya dawîn e. Em bang dikin ku Tirkiye vê dagirkeriyê bi dawî bike. Divê dest ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bere. Divê komîteyeke navneteweyî were avakirin da ku der barê sûcên dewleta Tirk li dijî sivîlan de lêpirsînê bike."    Hevserokên Meclîsa Kantona Kobanê Mistefa Êto û Leyla Ehmed bi beşdariya endam, rêveberiya meclîsê û saziyên civaka sivîl daxuyaniyek bi zimanê Erebî û Kurdî xwend. Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê de jî hate gotin ku Serokkomarê Tirk Erdogan li ser rêya Hîtler û Seddam Huseyîn dimeşe. Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê sûcên şer dike. Dixwaze fersendê ji vîrûsa Korona û qanûna Sezarê bigire. Rêveberiyê anî ziman ku civaka navneteweyî jî li ber van sûcan bêdeng maye. Herî dawî Rêveberiya Xweser di serî de bêhelwestiya DYE, Rûsya û raya giştî ya hemû hêzên navneteweyî şermezar kir.