ROJEVA 26'E HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-26 09:00:28 * Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Pakîstan Bîlen, têkildarî êrîşa li dijî Kampa Mehmurê, xwest ku ji bo bûyerên hîn dilêş pêş nekevin her kes erk û berpirsiyariyê bidin ser milê xwe û hestiyar nêzîk bibin.  * Malbata endamê PKK’ê Nazim  Tok ê şerek li Tetwanê de jiyana xwe ji dest da 25 sal in li hestiyê kurê xwe digere. Malbatê ji bo wergirtina cenazeyê li Goristana Kîlyosê ye serlêdan kir lê du sal in bersiv nedane.    * Hevseroka Şaxa 2'yan a Egîtîm Sen a Amedê Zûhal Sezar, anî ziman ku ji ber vîrûsa coronayê metirsiya bi milyona xwendekarên ku dê têkevin ezmûnê du qat zêdetir bûye û got, wê xwendekar bi vê metirsiyê têkevin ezmûnê. Her wiha Sezar got, dibe ku bi ezmûna re hejmara pêketiyan zêde bibe.    *  Seroka Baroya Edeneyê ya berê Mengucek Gazî Çîtirik, der barê hewldanên hikûmetê ya guhertina pergala baroyan de bertekên xwe anîn ziman û got "Ger ku parastin winda bike dê hemû civak winda bike. Ji ber vê yekê divê em li parastinê xwedî derkevin."    * 'Şaredarê tayinkirî' Huseyîn Beyoglû gava Şaredariya Rezanê dewr girtibû di qaseya şaredariyê de 150 milyon TL hebû û tu deynên şaredariyê tunebûn. Lê belê derket holê ku Beyoglû, berî ku 6 mehên ewil ên budçeya salê temam bibin budçeya 192 milyon TL'yî qedandiye û her wiha 90 milyon TL deyn jî xistiye stuyê şaredariyê. Yanî Beyoglû di nîv salê bi giştî 432 milyon TL xerc kiriye.   * Ayfer Turkmen ku ji zarokatiya xwe ve resman xêz dike, anî ziman ku armanca wê vê hunerê bi her kesî bide hezkirin.    * Ji ber HES'a li ser Çemê Arasê hatiye çêkirin ekosîstema gundên derdorê serobin bûye. Li gelek gundan êdî dar fêkiyan nagirin    * * Piştî UNESCO'yê ji bo navçeya dîrokî Sûrê rapora ÇED'ê xwest Wezareta Bajarsazî û Hawirdorê jî tev geriya û hewl da qedexe, rûxandin û pêkanînên li navçeyê ên ji sala 2015'an heya niha hatine kirin li mewzûatê bîne.    * Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Metîn Pîranî ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herema Federal a Kurdistanê de diyar kir ku kurd bixwazin dikarin bi sê hevokan yekitiya xwe pêk bînin û got: “Ev sê hevok çi ne: Em kurd in, zimanê me kurdî ye û navê welatê me jî Kurdistan e."   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, dê têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * ÎHD û TİHV, bi minasebeta “Roja Piştevaniya bi Kesên îşkence dîtine û têkoşîna li dijî îşkenceyê" dê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê daneyên der barê îşkenceyê de bi çapemeniyê re parve bikin. Dê li gelek bajaran jî bi heman armancê daxuyanî bên dayîn. (11.00)   * Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER) dê têkildarî rewşa girtiyên nexweş li komeleya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz, dê li avahiya HDP'ê ya Navçeya Cizîrê têkildarî şewba vîrûsê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)