Rojnamegerê hevpeyvîna wî hat sansûrkirin: Ne bi ‘terorê’ re bi kurdan re têdikoşin 2020-06-26 10:17:49 MÊRDÎN – Rojnamegerê kurd Bestoon Khalîd ê ku hevpeyvîna wî ya li gel rojnameger Cuneyt Ozdemîr hat sansûrkirin got: “Kes baweriya xwe bi gotina ‘têkoşîna terorê’ ya Tirkiyê nayne. Sed sal in bi kurdan re têkoşîn tê kirin.” Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 14’ê hezîranê de li dijî deverên Herêma Federe ya Kurdistanê dest bi êrişên hewayî kir. Êriş du hefte ne bênavber didomin. Heta niha gelek sivîlan di van êrişan de jiyana xwe ji dest dane. Herî dawî duh li devera Kuna Masî ya bi ser bajarê Silêmaniyê ve di êrişa hewayî ya balafirên Tirkiyê de 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.    Medya Tirkiyê operasyonê berevajî dide nîşandan. Hefteyek berê rojnameger Cuneyet Ozdemîr li qenala xwe ya YouTube têkildarî operasyonê bi rojnamegerê kurd Bestoon Khalîd ê li bajarê Silêmaniya Başûrê Kurdistanê dijî hevpeyîn pêk anîbû. Piştî çend rojan Cuneyt Ozdemîr hevpeyvînê ji qenala xwe ya YouTubeyê rakir.    Khalîd ê di radyoyek herêmê de rojnamegeriyê dike operasyonê û sansûrkirina hevpeyvînê nirxand.    QADA SEYRANÊ HATIYE BOMBEBARANKIRIN’    Bestoon Khalîd bal kişand ser kuştina sê welatiyên sivîl duh li Silêmaniyê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan û ew devera hat bombeberankirin 36 kîlometre dûrî navenda Silêmaniyê ye û qada seyranê ye û raste rast sivîl hedef hatine girtin. Khalîd têkildarî bombebaranê wiha got: “Vê êrişê Tirkiyêk ir an jî hin kesên din kirin em nizanin. Lê êrişên beriya niha Tirkiyê pêk anî. Welatiyên sivîl li Şeladizê û Sîdekan hedef hatin girtin. Ev welatî şêniyên herêmê ne. Di encama operasyona Tirkiyê de bi sedan gundên herêmê hatin terkirin. Welatî êdî nikarin li gund û zozanên xwe bijîn. Di êrişan de pêşmergeyê bi navê Abbas Meqdît jî hat qetilkirin. Welatiyên tên qetilkirin hemû sivîl in.”   ‘KURD KENGÊ HATINE CEM HEV ÊRIŞÎ WAN KIRINE’    Khalîd anî ziman ku destpêkirina operasyonê manîdar e û got: “Kengê kurd werin cem hev an jî li derdora maseyekê kom bibin Tirkiye dest bi operasyonê dike. Îran jî di heman wextê de xeta sînor topbaran dike. Di bin navê ‘têkoşîna terorê’ de operasyonê birêve dibin. ENKS û PYNK li Rojava li hev kirin. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglû niha jî Mesût Barzanî û ENKS’ê kiriye hedefa xwe. Medya havûzê jî wan dike armanc. Di heman demê de rêveber û serkirdeyên HDP’ê jî hedefa Tirkiyê de ne. Gotin û kirinên Tirkiyê kurdan hedef digirin. Kes baweriya xwe bi gotina ‘têkoşîna terorê’ nayne. Naxêr mesele ne teror e. Sed sal in li dijî gelê kurd dijminatî û têkoşînê dikin. Kengê kurd dixwazin yekîtiya xwe ragihînin Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îran dibin yek û êrişî kurdan dikin. Bila kes vê meseleyê bi aliyek din ve nebe û neyne. Mixabin ev dijminatiya dewletên herêmê ya li ser kurdan e. Lê tevî van hemû gef, êriş û hedef girtinê jî kurd bi hev re û bi yekîtiyê dikarin bi ser bikevin.”    ‘XELKÊ HERÊMÊ BI HÊRS E’    Khalîd da zanîn ku yekîtiya li Rojava hêz û bextewariyê dide tevahiya Kurdistanê û ev yekîtî wê li qada navnetewî jî bibe xwedî nûnertiyekê. Khalîd anî ziman ku xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî operasoynên Tirkiyê bi hêrs e û got: “Xelkê herêmê bi fikar e ku Tirkiye li ser herêmê serweriya xwe çê bike û grûpên selefî yên li Sûriyê bîne bi cih bike. Êrişên Tirkiyê ne li dijî PKK’ê ne. Li dijî xelkê başûre jî. Lê mixabin li Tirkiyê hem dewlet hem jî medya van diniximîne û rastiyê nade nîşandan.”    ‘SANSÛRÊ DA NÎŞANDAN KU XELKÊ KURD ÇAWA TÊ SANSÛRKIRIN’    Khalîd têkildarî sansûrkirina hevpeyvîna xwe ya li gel Cuneyet Ozdemîr jî wiha got: “Li dijî Cuneyt Ozdemîr helwestek min şexsî nîne. Helwesta min li dijî wê pergala ku Cuneyt Ozdemîr aniye vî halî ye. Û helwesta min jî ne bi şexsê min ve girêdayî ye. Vê sansûrkirina di şexsê min de da nîşandan ku xelkek çawa tê bêdengkirin û sansûrkirin.”     MA / Ahmet Kanbal