Îfadeyên leşkeran hevalên wan ên peywirê girtin e 2020-06-26 11:05:15 WAN - Derket holê ku îfadeyên 10 leşkerên derbarê bûyera li gundê Qaşqol a Elbakê ya kuştina Erhan Gorur û birîndar kirina Saîm Yilmaz de hatin girtin, hevalên wan ên peywirê girtin e.    Li gundê Qaşqol a girêdayî navçeya Elbaka Wanê, leşkeran di 14’ê Hezîranê de gule berdabûn Erhan Gorur û Saîm Yilmaz. Di encama gule barandina leşkeran de Erhan Gorur jiyana xwe ji dest dabû û Saîm Yilmaz jî giran birîndar bûbû. Serpelê Peyade Y.E.  yê gule berdabû welatiyan bi 10 leşkeran re, li Qareqola Leşkerî ya Eşmerpinar îfade dabûn. Bal kêş bû ku îfadeya her 10 leşkeran jî, dişibiyan hev. Tenê di navbera îfadeya her 10 leşkeran û şahidê bûyerê de nakokî hebûn. Ya herî balkêş jî ew bû ku îfadeya her 10 leşkeran, ji aliyê hevalên wan ên peywirê ve hatine girtin. Ji ber vê yekê nakokî di navbera girtek û îfadeyên leşkeran de hene.    'LÊPIRSÎN NE LI GORÎ RÊBAZÊ HATIYE KIRIN    Parêzerê malbata Gorur Cuneyt Ergun, diyar kir ku îfadeyên leşkeran li xalê bigirin heya bêhnokê eynîne û wiha axivî: “Îfadeyên bersûc û şahidan ji aliyê hevalên wan ên xebatê ve hatine girtin. Girtina îfadeyan şaşe û ne li gorî rêbazê hatiye kirin. Di îfadeyan de nakokî hene û ev nakokî baş nehatine lêpirsîn. Dîsa pirs ji leşkeran nehatiye kirin. Wisan diyare ku lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin û hatiye xwestin ku li ser bûyerê bigirin. Em ê, ji bo rêbaza lêpirsînê îtîraz bikin. Ger ve şaşî neyin derbas kirin emê serî li AYM’ê bidin.”   'EMÊ DAXWAZ BIKIN KU Y.E. BÊ GIRTIN’   Prz. Ergun, dest nîşan kir ku berî îfadeya Yilmaz ê di bûyerê de birîndar bibû bigirin, leşker Y.E. berdidin û wiha  got: “Ev ne hiqûqiye. Gelek nakokî hene, hîna ne hatine zelalkirin. Ji bo me ya herî girîng îfadeya Saîm Yilmaz ê di bûyerê de birîndar bûye. Lê berî ku îfadeya Yilmaz bê girtin, Y.E. serbest berdidin. Duh îfadeya Yilmaz hat girtin. Em ê îro li dijî vê îtîraz bikin û daxwaza bikin ku Y.E. bê girtin.”    MA / Cemîl Ûgûr