TJA'yê bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinan da 2020-06-26 12:53:38 AMED - TJA'yê bertek nîşanî bi serdegirtinên KCD'ê, Weşanxaneya JJ, gelek malan û binçavkirinan da û got: "Em jin çongên xwe nadanîn erdê, emê koledariyê nekin."   Tevgera Jinên Azad (TJA), bertek nîşanî bi serdegirtinên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Weşanxaneya JJ, gelek malan û binçavkirinan da. TJA'ê di daxuyaniya da de, binçavkirin û bi serdegirtinên polîsan şermezer kir.     Di daxuyaniya nivîskî ya TJA'yê de hate gotin, "Li Tirkiyeyê di nava 18 salên desthilatdariya AKP'ê de û di hevkariya koalîsyona faşîst a AKP-MHP'ê ya dema dawî de, her tim komkujî, destavêtin, destdirêjî, desteserkirina mafan, talakirina destketî û kedê, destgîrkirin û girtin li me jinan her roj tê ferzkirin."   TJA'yê destnîşan kir ku wê li dijî van êrişan têkoşîna xwe ti carî ranewestînin û wiha got: "Divê bê zanîn soza me ya ji bo azadiyê ji çekên zîhniyeta faşîst a AKP-MHP'ê xurtir e. Dewleta bi serdestiya mêr a neteweperest, rantxur, zayendîperest ku hê heye bi destgîrkirin û girtinan dikare bi jinan paşve gavê bide avêtin, divê baş zanibe ku jinên jiyana xwe kirine gorî têkoşîna azadiyê serî natewînin, çokê danînin. Bi navê TJA'yê em careke din dibêjin ku hevalên me yên hatine destgîrkirin divê tavilê bên berdan û dawî li girtin û destgîrikrina bi rengê bêhiqûqî bê anîn. Di serî de jinan em bang li saziyên demokratîk, tevger û însiyatîfan dikin ku têkoşînê mezin bikin."