Aydenîz banga hişyariya koronayê li xelkê Cizîrê kir 2020-06-26 14:38:04 ŞIRNEX – HDP û DBP’ê li navçeya Cizîrê ku vîrûsa koronayê belav bûye daxuyanî da û bang li xelkê Cizîrê kirin ku bi baldarî tevbigerin. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî got AKP li şûna tenduristiya xelkê biparêz e lê xelkê dikuje û li dijî koronayê hişyarî da xelkê Cizîrê.   Piştî "pêvajoya asayî " ya ku ji hêla Wezareta Tenduristiyê ve di 2'yê hezîranê de hat ragihandin, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê vîrûsa korona (Covîd-19) belav dibe û hejmara pêketiyan zêde dibe. Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê bi boneya balê bikişînin ser rewşa belabûna koronayê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Şirnexê û navçeyên wê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Deng Bide Cizîrê" hat vekirin.   Hevseroka Rêxistina HDP’a Cizîrê Gûler Tûnç daxuyanî da. Tûnç bang li gelê Cizîrê kir ku di vê pêvajoyê de bi baldarî tevbigerin û got: "Li gel pêvajoya pandemiyê helwesta hikûmetê li herêmê pêşiya pirsgirîkên  civakî vekirin. Ev rêbaze di heman demê de bu sedemê zêdebûn û belavbûna nexweşiyê. Di 2'yê hezîranê de li gel ragihandina pêvajoya asayî nexweşî bi tu awayî nehatiye kontrolkirin. Esnafên Cizîrê bi rêxistinî tevgeriyan û biryara hefteyekî nevekirina kargehan dan. Ji dîrokê heta niha gelan tu caran tendûristiya xwe teslîmî desthilatdaran nekirine. Em bang li gelê xwe dikin ku, bi hêstiyarî tevbigerin û bi xwe parastinê ew xwe bi xwe tendûristiya xwe rêve bibin. Qedera me di destê tu kesî de nîne. Dema ku em bûn yek hêz, em dikarin her bûyerek neyînî derbas bikîn."   ‘AKP PANDEMIYÊ JI XWE RE KIR FIRSEND’    Pîştî Tûnç, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz jî axivî û diyar kir ku li gel pêvajoya “asayîbûnê” li hemû bajarên Tirkiyê nexweşî zêde bûye û wiha got: “Bi destpêkirina pêvajoya pandemiyê re îqtîdara AKP'ê ji bo ku aboriya wan têk neçe, tedbîr negirt û nexweşî zêde bû.  Îqtîdar her roj derdikeve televîzyonan û dibêje ewqas nexweş û miriyên me hene. Bi vê rêbazî wekî rewşeke teknîkî nêz bûn. Lê belê karê tendûristiyê ne karê teknîkî ye. Pêwîste ku tendûrûstî bi civakê, bi saziyên sivîl ve bê birêvebirin. Hemû cihan li dijî vê nexweşiyê tedbîrên xwe girtin, lê belê îqtîdara AKP'ê ji bo berjewendiyên xwe û yek zilamiyê tedbîr negirtin."   ‘JI BO EM GEL ŞIYAR NEKIN, EM ASTENG KIRIN’   Aydenîz da zanîn ku  îqtîdar vê pêvajoyê  ji xwe re vediguherîne firsendê û wiha dom kir: "Îqtîdara AKP'ê li gorî berjewendiyên xwe tevgeriya û nehişt ku civak xwe biparêze. Me wekî saziyên demokrasiyê û yên sivîl xwest ku gel şiyar bikin,  lê li hemberî vê tim û tim astengiyan dan pêşiya me."   ‘DIXWAZIN BI PANDEMIYÊ KOMKUJIYÊ PÊK BÎNIN’    Akdenîz bi bîr xist ku li Cizîrê beriya pêvajoya “asayîbûnê” nexweşî ewqas belav nebûbû û got: “Di bin navê asayîbûnê de xwestin asayîbûna xwe pêk bînin. Gelê Cizîrê heta roja îro li hember faşîzmê û dîktatoriyê tim li ber xwe daye û xwe parastiye. Ji ber vî jî divê gelê Cizîrê mihtacî îqtîdarê nebe û bi xwe parastina xwe pêk bînin. Çawa ku gelê Cizîrê her dem li dijî îqtîdarê bi xwe biryar girt û li ber xwe da, bila li dijî vê nexweşiyê jî xwe baş biparêz e. Dixwazin bi pandemiyê komkûjiyê pêk bînin. Belê gelê me çi biryarê bigire em ê li gel wan bin. Vîrûsa koronayê me nakuje lê faşîzm me dikuje. Bila gelê me xwe baş biparêze û tedbîrên xwe bigire."   ‘EM Ê LI DIJÎ ZORDESTİYÊ LI BER XWE BIDIN’    Akdenîz herî dawî bal kişand ser binçavkirinên ku serê sibehê li Amedê pêk hatin û got: “Îqtîdara AKP'ê her roj êrişî cihekî dike. Îro jî li Amedê polîsan bi ser avahiya KCD’ê de girt û gelek hevalên me hatin binçavkirin. Îqtîdar tim dijminatiya li dijî kurdan didomîne. Lê em ê li dijî vî zordestiyê li berxwe didin."   Piştî axaftina Aydenîz daxuyanî bi dawî bû.