Îranê kolberek kuşt 2020-06-26 15:56:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Eskerên Îranê li herêma Çaldêranê kolberek kuşt.    Li gorî nûçeya Kolbernews’ê îro danê sibehê, ezkerên Rejîma Îranê li herêma bajarê Çaldêranê yê Rojhilatê Kurdistanê êrişî komek kolber kir. Di encama êrişê de kolberê bi navê Şakir Birûkî Mîlan yê ji gundê Nawir ê ser bi Çaldêranê ya Wanê jiyana xwe ji dest da.   DUH JÎ REJÎMA ÎRANÊ KOLBEKEK KUŞTIBÛ   Li gorî RojNewsê duh jî li derdora gundê Sigrîk a ser bi navçeya Çaldêran a parêzgeha Azerbaycanê ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê êrişî komek kolber kir. Çavkaniyê da zanîn ku di êrişê de kolber Qasim Serbazî ku bavê 2 zarokan bû jiyana xwe ji dest daye. 2 kolberên jî bi giranî birîndar bûne. Birîndar rakirin nexweşaneya Çaldêranê.