Rojnamevan Ayşe Kara hat binçavkirin 2020-06-26 19:58:40       AMED - Rojnamevan Ayşe Kara, di çarçoveya lêpirsîna der barê KCD'ê de hat hat binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya der Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de rojnamevan Ayşe Kara jî hat binçavkirin. Kara, gava li navçeya Peyasê tevî hevaleke xwe li aşxaneyekê xwarin dixwar polîsan ew binçav kir. Polîsan Karayê bir Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.    Di çarçoveya lêpirsînê de heya niha 36 kes hatine binçavkirin.