Endama TJA'yê Rojbîn Çetîn hat binçavkirin 2020-06-26 23:23:49   AMED - Endama Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Rojbîn Çetîn, di çarçoveya lêpirsîna der barê KCD'ê de hat binçavkirin.    Endama Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk (KCD) û endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Çetîn jî di di çarçoveya lêpirsîna der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hat binçavkirin. Polîsan êvarî avêt ser mala Çetînê û ew binçav kirin. Hat hînbûn ku Çetînê birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê da destpêkirin de heya niha 44 kes hatine binçavkirin.