7 karkerên çandiniyê li Konyayê bûn qurbana qezayê 2020-06-27 00:11:35   KONYA - Li Konyayê mînîbûs karkerên çandiniyê û TIR li hev qelibîn. Di qezayê de 7 karker mirin, 11 jî birîndar bûn.     Li navçeya Yûnak a Konyayê mînîbûsa karkerên çandiniyê û TIR’ek li hev qelibîn. Piştî qezayê gelek ambûlans û îtfaye çûn cihê bûyerê. Di qezayê de 7 karker mirin, 11 jî birîndar bûn. Karkerên çandiniya demsalî yên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan ji Rihayê ne.