Di teqîna kargeheke tekstîlê de kesek mir û 10 kes jî birîndar bûn 2020-06-27 09:56:05   STENBOL – Li navçeya Bahçelîevlera Stenbolê di kargehek tekstîlê de teqîn pêk hat û kesek jiyana ji xwe dest da û 10 kes birîndar bû.    Li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Bahçelîevlera Stenbolê vê sibehê di kargeha tekstîlek jêrzemîna avahiyekê de teqîn pêk hat. Li gorî zanyarên ewil teqîn ji ber asêbûna gazê teqîn qewimiye. Dîwarên avahiyê xesar dîtin û camên avahiyên derdorê jî şikestin. Piştî teqînê ekîbên tenduristiyê, agirkujiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin û birîndaran rakirin nexweşxaneyan. Di teqînê de kesek biyanî jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.