Serokê Baroya Wanê Uçar: Tişta anîn serê me wêneyê zilma Tirkiyê ye 2020-06-27 10:04:56   VAN - Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, têkildarî çalakiya Serokên Baroyan a "Parastin dimeşe" diyar kir ku tişta rayedaran anîn zerê wan wêneyê zilma ku li Tirkiyeyê tê kirin e.    Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, têkildarî çalakiya "Parastin Dimeşe" ku Serokên Baroyan li dijî hewldana guhertinên hikûmetê ya der barê baroyan de meşiyan Enqereyê nirxandin kir. Uçar, diyar kir ku astengiyên derketin pêşerî wan li dijî hiqûqê bû û meşa wan meşek demokratîk û zagonî bû.    Uçar, da zanîn ku demek berê niqaş kiribûn û biryara çalakiya meşê girtibûn û wiha got: "Li Tirkiyeyê demek dirêj e êdî hiqûq tune ye. Êdî mafên mirovan nayê parastin. Bi vê guhertina pêşnûmayê dixwazin baroyan bi temamî bêdeng bikin û ji holê rakin. Baro ji bo li Tirkiyeyê mafên mirovan biparêzin û serdestiya hiqûqê pêş bixin xebatê dikin. Me wekî baroyan ji bo îşkence bi dawî bibe, mafê bijartin û hilbijartinê neyê xespkirin, ji bo parlamenter neyên girtin û qeyûm tayînî şaredariyan neyê kirin û li ser van bijaran çavdêriyê bike me têkoşîn day. Dîsa ji bo li girtîgehan mafê girtiyan, mafê zarok û jinan nayê binpêkirin û dawî li cînayetên jinanbê em têkoşîyan. Ji ber van xebatên baroyan hikûmet ji van xebatên ku rê li pêşiya pêkanînê îqtîdarê digire bêzar e. Ev xebata hiqûqî û parastina mafên mirovan wekî xebatek siyasî tê nîşandan û dixwaze xebatên me berovajî bikin. Me dikin hedef."    'MIROV BIRÇIYÊ HIQÛQÊ NE'   Uçar, helwesta îqtîdarê ya bêyî ku baroyan tev li niqaşan bikin jî rexne kir û got: "Bêyî agahiya baroyan der barê baroyan de niqaşan dikin. Ger ku guhertinek bê kirin jî divê komîsyonek bê avakirin û hemû alî tev li vê komîsyonê bibin. Divê her alî tev li niqaşan bibin. Di meşê de em rastî eleqeyek mezin a gel hatin. Me di rê de armanca xwe bi gel re parve kir. Gel ji rewşa welat bi fikar in. Mirov birçiyê hiqûqê û birçiyê mafên mirovan in."    PEYAMA MEŞÊ    Uçar, bal kişand ser mudaxaleya polîsan a li dijî meşvanan jî û wiha got: "Polîsan li wir em tenê nehatin tecrîdkirin. Hemû kesên piştgirî dan me, tecrîd kirin. Ajokarên maşîneyan ên ku bi korneyan piştgirî dan me, ceza ji wan re nivîsandin. Di wê kêliyê de bê tehamula rayedarên hikûmetê û sekna civaka ku serî natewîne derket holê. Ev meş di heman demê de meşa parastina heq û hiqûqê bû. Ev destpêk bû. Me peyamek xurt da civakê. Peyama ku baro wîcdanên civakê ne û baro ji bo gel hene. Ez bawer dikim ku di meşa parastinê de em gihiştin armanca xwe. Heta ku ev zagon paşve bê kişandin em ê çalakiyên xwe bidomînin.    TIŞTA WÊ ŞEVÊ ANÎN SERÊ ME WÊNEYÊ ZILMA TIRKIYEYÊ BÛ   Uçar, destnîşan kir ku eger polîs û esker li gorî hiqûq û zagonê tev negerin wê demê tu wateya hiqûq û destûra bingehîn nemaye û wiha lê zêde kir: "Dema em çend serokên borayan li tenişta rê sekinîbûn, Amîrekî polîsan ferman da polîsan ku maşînê li me biqelibîne. Ma gelo Serokên 80 baroyan qiqûnê nisanin? Tişta wê şevê anîn serê me wêneyê zilma li Tirkiyeyê nîşan da. Wê şevê li qada înşaetê hin kes sor kirin û şandin ser me. Wê komê çek li me kişandin. Em di bin baranê de hiştin. Destûr nedan em kon vedin. Destûr nedan em biçin lavaboyê. Ev rewş, wêneyê Tirkiyeyê nîşan dide. Ev nîşan dide ku li Tirkiyeyê hiqûq di çi halî de ye. Ez bawer dikim ev meşa me bû sedem ku gel hinek bêhnê bistîne. Hêvîdarim ku ev meş hinek rê li pêş hiqûqê veke. Em mafên mirovan û hiqûqê diparêzin.    MA / Adnan Bîlen - Ozlem Yayan