Neviyê Şêx Seîd: 3 tiştên dewletê hene; Îmha înkar û derew 2020-06-27 10:52:41   AMED - Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat, di salvegera darvekirina Şêx Seîd de diyar kir ku 100 sal berê hikûmeta Tirkiye çi kiribe niha jî heman tiştî dike û got: “Sê tiştên dewletê hene; Îmha, înkar û derew. Ev hersê tişt îro jî didomin."    Şêx Seîd û hevalên xwe, di sibata 1925'an de, li dijî polîtîkayên înkarê ya Komara Tirkiyeyê serî hildabû. Şêx Seîd di 15'ê Nîsana 1925'an de li nêzî Gimgimê bi komployekê hate girtin. Li Dadgeha Îstîklalê ya Amedê hat darizandin û tevî 47 hevalên xwe di 29'ê Hezîrana 1925`an de li Qada Deriyê Çiyê hatin darvekirin. Serokê Komeleya Şêx Seîd û Neviyê Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat, di 95’emîn Serhildana Şêx Seîd û darvekirina wî û rêhevalên wî de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.   'EZ Ê HETA DAWÎ LI CENAZE BIGERIM'   Firat, bibîrxist ku Şêx Seîd û hevalên wî 95 sal berê ji bo dozeke bi rûmet, welatekî azad xwe feda kirin û wiha got: “Divê em Serhildana Şêx Seîd bizanin. Serhildaneke çawa bû? Li dijî kê bû? Mebesta wan çi bû? Divê ewil em komara ku Kemalîst û heta niha jî zilm û zordariya xwe didomîne nas bikin.” Fırat, diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê sed sal berê çi kiribe niha jî heman tiştî dike û wiha axivî: “Sê tiştên dewletê hene; Îmha, înkar û derew. Pergala dagirkerên tirk eve. Hiqûq, mafê mirovan, wijdan tune ye. Wê rojê jî heman tişt hebûn îro jî didomînin. Elbet ji cenazeyên me ditirsin. Heta niha me bi dehan caran cenaze xwest. Lê tu bersiv nedane me. Me muhatab jî qebûl nekin. Ez tenê jî bimînin ezê heta dawî li cenaze bigerim û bi şopa wî kevim. Mesele cenaze nîne ew misyona ku wan cenazeyan ji me re hiştiye li wan xwedî derketine. Ya muhim eve.”    'DAGIRKERÊN KURDAN YEK IN'   Firat, bal kişand hilweşandina goristanan û wiha berdewam kir: “Ev dagirkerin. Bê însaf in. Niha jî goristanên me hildiweşînin, gora vedişêrin, xwediyên wan mexdûr dikin. Ev pergala wan e. Ji bo kurdan tune bikin destkeftiyên kurdan tune dikin. Hemû hiş û dîroka Kurdan tune dikin. Ji destpêkê heta niha wisa ye. Mixabin kurd jî ji van dersê nagirin. Bi hezaran kurd îro di girtîgehan de ne. Goristanên şehîdên kurdan tev xera kirin û hilweşandin. Hestiyên wan li Stenbolê xistin bin betona peyarê. Divê em van dagirkeran nas bikin. Dagirkerên kurdan yek in. Ereb, fars, tirk û emperyalîstên dinyayê ne.”    'NIKARIN KURDA BIQEDÎNIN'   Firat, destnîşan kir ku Tirkiyeyê di roja salvegera Şêx Seîd û hevalên wî darvekirin de  biryara cezayê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan da û wiha lê zêde kir: "Bi biryara darvekirina Ocalan dixwazin bêjin ‘me wê rojê Serokê we darve kir îro jî te darve dikin.’ Her tişt ji bo wan mubah e. Divê em kurd ji vê ders derxînin. Ez ji dagirkeran re dibêjim bes e. Hûn nikarin kurda bi kuştinê biqedînin. Gengaz e ku destê we, di nav hizbên kurda de hebe. Lê ev ne çare ye. Heke dixwazin li ser vê erdnîgariyê serbikevin, divê bi kurdan re rûnin.” Firat, bibîrxist ku Tirkiyê tevî Îranê êrîşî Herema Federal a Kurdistanê kir û wiha lê zêde kir: “Çi heqê Tirkiyê û Îranê heye ku erdnigariya kurdan bombebaran dikin. Divê hizbên kurdan ji van ders bigirin. Heke gelê kurd dê keviran li wan bibarînin. Kurd bi înkar û îmhayê naqedin. Bila dagirker aqlê xwe bînin serê xwe destê biratiyeke bi rûmet dirêjî kurdan bikin. Heke hiqûqa kurdan nas kirin. Em jî wekî warisên Şêx Seîd zilma li me hatî kirin ji bo pêşeroja civaka gelê kurd jehr jî be em ê vexwin.”   'DEM DEMA GELÊ KURD E'    Firat, herî dawî bibîr xist ku 5 sal in komeleya xwe sazkirine û wiha bi dawî kir: “Di her civînê de me behsa yekitiyeke bi rûmet dikir. Me digot ku ‘hewceye hizbên kurdan bibin yek û tehamûlî hev bikin. Di nava xwe de bi edalet bin.’ Em bi misyona Şêx Seîd Efendî û rêhevalên wî amade ne ku ji bo yekitiya civaka kurd xizmetê bikin. Ji bo ku em nebin sedemê nexweşiyê em ê li ser bernameyên televîzyonê peyamên xwe bidin. Bila gelê kurd li misyona Şêx Seîd û rêhevalên wî xwedî derkeve. Dem dema gelê kurd e. Emperyalên dinyayê deyndarên me ne. Divê em serê xwe ne tewînin.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Fethî Balaman