Bertekên li dijî mohrkirina KCD'ê: Dijhiqûqiyê bi dawî bikin 2020-06-27 11:37:05   AMED – Baroya Amedê, ÎHD, DTO û TÎHV, li dijî binçavkirina siyasetmedaran û mohrkirina KCD'ê daxuyaniyek hevpar weşandin û xwestin van pêkanînên dijhiqûqî bi dawî bikin.    Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, Odeya Tabîban ya Amedê (DTO), Nûnertiya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amedê, li dijî binçavkirina siyasetmedaran û mohrkirina avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyek hevpar weşandin û xwestin dawî li vê dijhiqûqiyê bînin. Rêxistinan di daxuyaniyê de anîn ziman ku operasyona binçavkirinê ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê tê meşandin de li polîsan li Amed, Stenbol Îzmîr, Êlih, Edene û Rihayê ji 64 siyasetmedarên ku biryara binçavkirina wan heye 42 siyasetmedar binçavkirine. Rêxistinan annîn ziman ku di nava kesên hatin binçavkirin de Dayika Aştiyê ya 70 salî û nexweş Makbule Ozbek, siyasetmedarên Kurd, parêzer, nûnerên KESK, TMMOB, Komeleya Jinan a Rosa hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyan jî hene.    'CIVAK NIKARE BÊHNÊ BISTÎNE'    Rêxistinan anîn ziman ku bi van lêpirsînan êdî binçavkirin kirine mijarek rûtin û wiha bi dawî kirin: "Em bi fikar şahidiya vê yekê dikin. Bi van pêkanînên dijdemokratîk civak êdî nikare bêhnê bistîne. Bi tayînkirina qeyûman mafê bijartin û hilbijartinê xezp kirine. Îşkence û muameleya xerab li kolanê û di bin çavan de zêde bûye. Xebatên rêxistinên civakî her ku diçe bi sînor dibin. Dayika Aştiyê Makbule Ozbek ku têkoşîna aştiyê dida binçav kirine. Endamê Komeleya Jinan a Rosa binçav kirin û girtin. Bi vê yekê rê li pêş xebatên jinan û rêxistinkirina jinan digirin.    Em wekî parazvanên mafên mirovan vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin dîsa erka dewletê bi bîra wê bixin. Ger ku li vî welatî mafê azadiya ramanê, azadiya rêxistinbûnê, mafê jiyanê, mafê bijartin û hilbijartinê hatibe binpêkirin, Nûnerên rêxistinên civakî her roj rastî êrîşan bên, bên binçavkirin û girtin, wê demê li vî welatî pirsgirêk gelek mezin in. Ev rewş me pir dixe nava fikaran. Em bang li rayedaran dikin ku dawî li van pêkanînên dijhiqûqî bînin.    Di serî de Dayika Aştiyê Makbule Ozbek û hemû kesên hatine binçavkirin serbest berdin."