ATV’ê nûçeya derveyî sînor wiha pêşkêş kir! 2020-06-27 14:04:07 NAVENDA NÛÇEYAN – Di ATV’ê de pêşkêşkirina nûçeya operasyona derveyî sînor a li stûdyoyê, ji ber tevgerên kamerayê û rengê dayîna nûçegîhan bal kişand ser xwe. Nûçeya operasyonê di medya civakî de bû mijara pêkenînê.    Li ATV’a girêdayî Koma Çapemeniyê ya Tûrkûvazê ku nêzî desthilatê ye, di bultena nûçeyan de pêşkêşkirina nûçeya derbarê operasyona derveyî sînor a li stûdyoyê de tevgerên kamerayê û rengê dayîna nûçegîhan bal kişand ser xwe. Bi zoomkirina kameraman re nûçegîhan jî li gel ku li stûdyoyê ye weke ku li qada şer be nûçeyê pêşkêş dike.    Nûçe, di medya civakî de bû mijara pêkenînê. Hin hesabên ku dîmen parve kirin, da zanîn ku destpêkê dema ku nûçeyê dîtine “parodî” fêm kirine.