Siyasetmedarê kurd Haydar Tekîn koça dawî kir 2020-06-27 14:38:31   AMED – Hat ragihandin ku siyasetmedarê kurd Haydar Tekîn ji ber vîrûsa koronayê koça dawî kir.    Siyasetmedarê kurd Haydar Tekîn (51) ji ber vîrûsa koronayê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê dihat dermankirin. Tekîn îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Malbata Tekîn û nas û dostên wî dê cenaze ji nexweşxaneyê werbigirin û bibin li Goristana Navçeya Hezo ya Êlihê veşêrin.    HAYDAR TEKÎN KÎ YE?   Haydar Tekîn di sala 1969’an de li navçeya Hezo ya Êlihê tê dinê. Ew di sala 1992’yan de li ser gilîkirina cerdevanan tê girtin û 9 sal di girtîgehê de dimîne. Pişt re ji wê dozê tê beratkirin. Tekîn di sala 2001’an de dibe Serokê Rêxistina DEHAP’ê yê Êlihê. Tekîn di sala 2007’an de jî wek Midurê Rêveberiya Rojnameya Azadiya Welat wezîfeyê girt ser xwe. Tekîn di sala 2011’an de di doza “Çapemeniya KCK’ê” tê girtin û demek di girtîgehê de dimîne û pişt re tê berdan, lê belê hêj ji heman dozê tê darizandin.