Li Reqayê çalakiya konvedanê hat lidarxistin 2020-06-27 20:18:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Reqayê dest bi çalakiya konvedanê dest pê kirin û çalakiya jinan wê 4 rojan dewam bike. Çalakî bi armanca şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin.   Jinên li Reqayê, bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî gundê Helinc ê Kobanê konê çalakiyê veda. Bi sedan endamên saziyên sivîl, meclisên leşkerî û herêmê tev li konê çalakiyê bûn. Di çalakiyê de daxuyanî ji aliyê rêvebera Rêveberiya Jinan a Reqayê Buseyna Şêx ve hat dayîn. Bûseyna Şêx, diyar kir ku armanca çalakiya wan da ku dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê û wiha got: "Divê êrişa hovane ya li dijî her sê jinan bê şermezar kirin. Tirkiye bi van êrîşên xwe dixwaze îradeya jinan bişikîne." Şêx, anî ziman ku têkoşerên mîna Hevrîn Xelef, dayika Eqîde li beramberî dijmin îsbat kir ku tu kes nikare îradeya gelê azadîxwaz bişikîne û wiha dewam kir: "Li Şêladiza bajarê Silêmaniyê dewleta Tirk li dijî sivîlan komkujiyeke hovane pêk anî. Tirkiye bi vê hemû pîvan û zagonên navneteweyî binpê dike. Armanca dewleta Tirk ku îradeya gelên herêmê bişikîne û texmîn dike ku ew dikare îradeya me bişikîne, lê her carê rastî berxwedaneke mezintir tê û asta têkoşînê li hember siyaseta qirkinê ku dewleta Tirk li dijî îradeya jinên azadîxwaz û herêmên Ereban wekî Lîbya, Sûriyê û Iraqê pêk tîne, bilind dibe."   Piştî daxuyaniyê beşdarên çalakiyê axivîn. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hîba Abdullah axivî û got: "Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û isbat dikin ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî tevahiya gelên Sûriyê bi hewldana telihevî û fîtneyê ne."   Paşê li ser navê Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Kamla Ehmed axivî û da zanîn ku dewleta Tirk êrişî malên sivîlan kir û di encamê de 3 jinên parastina mafên jinan dikir, şehîd bûn, ev jî berdewama rêzesûcên Osmaniyan e, dewleta Tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire û heta bi Lîbyayê û Iraqê hewldana tunekirina aştî û derbekirina projeya neteweya demokratîk dike.   Paşê li ser navê Meclisa Sivîl Xod Îsa axivî. Xod Îsa diyar kir ku tevahiya sûcên têne pêkanîn li pêşberî çavên cîhanê pêk tê, anku li pêşiya civaka ku nekarî parastina ewlehî û aştiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bakurê Kurdistanê bike, pêk tê. Lewma ew bang dikin ku sûcên li dijî jinan pêk tê bisekinînin, ji ber ku jin di rêya azadiyê û rûmetê de tê dikoşin.   Konê çalakiyê yê ku Rêveberiya Jinan a Reqayê veda, dê heta 4 rojan pêşwaziya beşdaran bike.