Girtina Oyûnlû ji civakê re peyameke 2020-06-28 09:05:01   AMED - Endamê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz têkildarî girtina Eylem Oyûnlû ya ku bi tevî zarokên xwe ve hatibû girtin, diyar kir ku girtina Oyûnlû ji derveyî mevzûatên heyî ye û got: “Girtina Oyûnlû ji civakê re peyameke. Dixwazin civakê bitirsîn in ku kes li dijî wan refleksê nîşan nede.”   Eylem Oyûnlû ya 27 salî di 18’ê Hezîranê de bi îdîaya “alîkariya rêxistinê kiriye" tevî keça xwe ya 10 rojî û keça xwe ya 2 salî hat girtin. Parêzerê Oyûnlû Yûsûf Çakas ji bo ku Oyûnlû bi zarokên xwe ve serbest were berdan îtîraz kiribû. Dadgeha ku îtîraz kirî daxwaza parêzer red kir û Oyûnlû serbest neberda.    Endamê Komîsyona Mafê Zarokan ê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz derbarê girtina Eylem Oyûnlû ya ku bi tevî zarokên xwe yên 10 rojî û 2 salî ve hatî girtin axivî.   GIRTINA OYÛNLÛ DERVEYÎ MEVZÛATÊN HEYÎ YE   Yılmaz, bîbirxist ku beriya sê hefteya Dilgeş ê 3 salî bi dayika xwe Gonul Aslan re serbest hat berdan û wiha axivî: “Ji bo girtina Dilgeş ê 3 salî ku bi dayika xwe re hatibû girtin piştî bertekên ji derdore hatin nîşandan serbest hatin berdan. Hêj ser vê yekê re 3 hefte derbasnebûyî dayika ku nû zarokê xwe anî ser dinê bi zaroka xwe ya 10 rojî û 2 salî re hat girtin. Ev yek derveyî Qanûnên Dadgehên Cezayê ne. Qanûnên Dadgehên Cezayê alternatîfên girtinê hejmartine. Şertên kontrolê yên edlî hene. Wek qedexeya derveyî welat, hin rojan îmze avêtin heye. Girtin derveyî mevzuatên heyî ye jî. Qanûn dibêje dikarin ne girin jî. Li hemberî ceza girtina Oyûnlû jî tedbîra girtinê tedbîreke giran e.”   ‘DIVÊ BIRYARA GIRTINÊ PAŞVE WERE KIŞANDIN’   Yilmaz, diyar kir ku Tirkiye ji sala 1995’an û vir ve alîgirê Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya navnetewî ye û wiha axivî: “Li gor peymanê divê sûda zarokan li ber çavan were girtin. Girtina jineke ku nû zarok anî ser dinê û zaroka 10 rojî û du salî ve bi xwe çûyî îfadeyê bide ne ehlakî ne jî wijdanî ye. Ji ber wê yekê divê demildest Eylem Oyûnlû serbest were berdan û bila ji biryara xelet hatî dayîn vegerin.” Yilmaz, anî ziman ku girtina Eylem Oyûnlû ya bi zarokên xwe ve îhlala mafe û wiha û berdewam kir: “Aliyekî peymanên ku Tirkiye alîgir, aliyekê jî hiqûqa navxweyî heye tevî van girtina van mirovan hem ji aliyê mafê tenduristiyê ve îhlal e, hem ji mafê zarok yê jiyanê û civirînê îhlal e hem jî ji aliyê mafê kesan yê azadbûnê ve îhlal e. Biryara girtinê dibe sedemê gelek îhlalan. Biryara dozger û dadger dayî ji derveyî standartên peymanên navnetewî ye. Ji ber wê divê ev biryar paşve were kişandin.”   ‘864 ZAROK BI DAYIKÊN XWE RE GIRTÎNE’   Yilmaz, destnîşan kir ku herî dawî daneyeke ku 864 zarok ku bi dayikên xwe re girtîne hatibû parvekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me wek saziyên mafê mirovan dema derketina qanûna înfazê de bi israr anî ziman ku mexduriyeta zarokan ji holê were rakirin. Lê desthilatdariyeke ku tu pêşniyarên saziyên sivîl û muxalîfan qebûl neke heye li dijî me.” Yilmaz, da zanîn ku girtina Oyûnlû ya bi zarokên wê ve ji civakê re peyameke û wiha lê zêde kir: “Desthilatdarî bi girtina Oyûnlû ji civakê re dibêje ku ‘binêrin keseke ku neyê girtin jî şert û merc çibin bila ew bin em digirin.’ Bi vî şiklî dixwazin civakê bi tirsinin ku mirov li dijî wan tu refleksan nîşan nede.”   ‘DIVÊ EM BI HEVRE BIXEBITIN Û PÊŞIYA ÎHLALAN BIGIRIN’   Yilmaz, bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û wiha bi dawî kir: “Nameyên ku şert û mercên girtîgehan vedibêjin ji me re tên hene. Şertên gîrtêgehê ne li gor mezina ne jî. Bi taybetî piştî şewba vîrusa coronayê em dizanin ku li girtîgehan tedbîr nayên girtin. Mafê zarokan yê bi hevalên xwe ve lîstik bilîzin heye. Zarokekî ku bi hevalên xwe re mezin nebe di pêşerojê de dê li jiyana wan tahrîbatê bike. Dê zirarên ku telafiya wan neyî bijîn.” Yilmaz, bilêvkir ku di Tirkiyê de li tu qadan zarok di nav ewlehiyê de nînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zarokên ku di kolanan de dixebîtin yên ku tên îstîsmarkirin, mafê wan yê jiyanê ji wan tê standin û zarokên ku bi dayikên xwe re di girtîgehê de dimînin. Ji bo zarok bi awayekî tenduristî bijîn divê hemû alî fikrên xwe yên siyasî deynin aliyekê, bi hev re bixebitin û pêşiya van îhlalan bigirin.”   MA / Fahrettin Kiliç - Ergîn Çaglar