Li Rêya Armûşê nanê tenûrê 2020-06-28 09:16:26 WAN - Du jinên li Rêya Armûşê malek biçûk a tenûrê vekirin, bi nanê dipijîn in debara xwe dikin. Yek ji van jinan Ayşe Altaş, diyar kir ku divê hemû jin bixebitin û cihê xwe di qadên hilberînê de cih bigirin. 2 jinên li Taxa Halîlaga ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dijîn, 15 salin nanê tenûrê dipijîn in û debara xwe dikin. Her 2 jin, beyî ku bêjin ev havîne yan jî zivîstane, dibin her şert û mercî de nanê tenûrê dipijîn in. Yek ji van jinan Ayşe Altaş, diyar kir ku divê hemû jin bixebitin û wiha axivî: “Lazime ku jin di qadên hilberînê de cih bigirin. Jin beyî ku hewcedariyê tu kesî bibin, divê li ser lingên xwe rastin û vê yekê bi ser bixin.”    DEBARA XWE PÊ DIKIN   Her du jin di saetên serê sibê de ji malên xwe derdikevin û dest pê kê tenûra xwe pê dixin. Dûre hevîr  dikin û piştî hevîrê wan tirş dibe, dest bi pijîna wê dikin. Jina 50 salî Altan, wiha behsa çêkirina nanê tenûrê kir: “Ev 15 salin me mala tenûrê kirê kiriye. Meha em 460 TL ji bo kirêya wê din. Di heman demê de em rojê 3 nanên tenûrê didin xwediyê malê. Em rojane 280 nanan dipijînin û difiroşin. Piraniya pereyê em qezenc dikin, em didin ar, kapik, havên, dar û kiriyê. Di dawiya her rojê de jî, her yek ji me 60 TL qezenc dike. Roja ku em nan difiroşin em dikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin, lê dema em kêm difiroşin wê demê em nikarin pêdiviyên xwe bikirin. Ger wesayîta me hebûya me yê nane li dikan û marketan jî belav bikira. Em her du jin jî bi vî karê debara mala xwe dikin. Hevjin û zarokên min naxebitin. Kar tuneye. Ez bi vî karî li 11 kesan mêze dikim. Dibin her şert û merci de em dixebitin. Bêyî ku em bêjin ev havîne, zivistane em dixebitin. Karê em zore. Di vê germê de em neçarin ku bixebitin. Lê ku em vî karî nekin, emê nekarin debara xwe bikin.”   'TEQEZ DIVÊ JIN HILBERÎN IN’    Altaş, dest nîşan kir ku li bajêr piraniya jinan xwe hepsî malan kirine û wiha got: “Ev rewş ji bo jinan pir xirabe. Em vê rewşê red dikin. Rewşa me niha ji gelek jinên naxebitin baştire. Qet nebe em dikarin daxwazên xwe û yên zarokên xwe bi cih bînin. Dema ku zarokên min keyfxweş dibin ez jî pir keyfxweş dibim. Niha tu ewlekariya jinan di malan de tuneye. Xwezî hemû jinan, daxwazên xwe bi cih bianiyan. Divê hemû jin di qadên xebatê de cih bigirin. Ez dixwazin ku zilam jinan fêm bikin. Divê hemû jin bixebitin û di qadên hilberînê de cih bigirin. Ger jin bixebitin, wê tu carî hewcedarî tu kesî nebin û karibin li ser lingê xwe rastin.”