Aşitî: Êrîş li dijî yekîtiya Kurdan in 2020-06-28 10:03:06   AMED - Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, diyar kir ku armanca êrîşên li ser axa Herêma Federe ya Kurdistanê li dijî yekîtiya gelê Kurd e û wiha got: "Êrîş li dijî yekîtiya neteweya Kurd in. Divê êdî Kurd yekîtiya xwe ava bikin."    Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî, têkildarî êrîşên li dijî axa Herêma Federe a Kurdistanê bertekên xwe anîn ziman. Aştî, anî ziman ku êrîş li dijî destkeftiyên Kurdan û hewldana yekîtiya neteweyî ya Kurdan e û wiha got: "Dewlet bi zordestiyê bersîvê dide hewldanên yekîtiya Kurdan. Êrîş li dijî yekîtiya gelê Kurd in. Li dijî nirx û destkeftiyên Kurdan in. Îqtîdar hebûna xwe li ser dijminantiya gelê Kurd pêş dixe. Divê gelê Kurd vê rastiyê bibîne. Êdîşa li Herêma Federe ya Kurdistanê zordarî bi xwe ye. Ev êrîş li dijî wîcdan û sincê mirovahiyê ne. Ev dewlet ne ya malbat û partiyekê ye. Dewlet ya 82 milyon mirov e. Îro li cîhanê pergala firavunan nemaye. Eger hûn misilman in dest ji vê bê wîcdaniyê berdin."   'DEWLET TU CARÎ HEBÛNA KURDAN QEBÛL NAKE'    Aştî, diyar kir ku mesele ne ENKS û ne PYD ye û wiha lê zêde kir: "Mesele gelê Kurd e. Dema mijar bû Kurd li heyvê be jî êrîş dikin. Dewleta Tirkiyeyê tu carî hebûna gelê Kurd qebûl nake. Cîrantiya gelê Kurd qebûl nake. Ji ber vê yekê çareserî yekîtî ye. Li dijî van êrîşên topyekûn, yekîtiya topyekûn lazim e. Eger Kurd yekîtiya xwe ava nekin ne Tirkiye û ne jî cîwan wan nas nake. Lê ger ku Kurd bibin yek dê hemû cîhan wan nas bike û esas bigire. Divê îro her kes êrîşên li dijî nirxên gelê Kurd şermezar bike. Divê di siyaseta aştiyê de israr bike. Divê em fêrî hemû cîhanê bikin ku em siyaseta aştiyê pêş dixin. Îro HDP siyaseta aştiyê dike. Lê dewlet êrîşî siyaseta aştiyê dike."