33 sal berê îro: 110 kurd li Serdeştê hatin kuştin 2020-06-28 12:57:29 NAVENDA NÛÇEYAN - 33 sal berê îro, Rejîma Beis a Iraqê li wargeha Serdeşt a Bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistan û gundên derdora wê, 110 kurd bi kîmyabaranê qetil kirin.    Balafirên şer ên rejîma Baas a Iraqê 33 sal berê di 28'ê Hezîrana 1987’an de Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê 7 caran bombebaran kirin. Di encamê de, 110 mirovên Kurd jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 8 hezar kes jî birîndar bûn. Du bombe li nava bazara bajar dan. Du bombeyên din li tax, 3 bombe jî li gundên derdora bajarê Serdeşt dan. Li gorî amaran ji 22’yê Îlona 1980’an ta 8’ê Nîsana 1987’an rejima Baas herî kêm 196 caran çekên kîmyayî li Rojhilatê Kurdistanê barandin. Yek ji wan cihan jî bajarê Serdeşt bû ku bi gazên kimyayî yên tabon, Sarîn û Suman hate bombebarankirin. Bombebarana Serdeşt di dema şerê Iraq û Îranê de bû. Rejîma Baas bi hinceta bombebarankirina hêzên Îranê navenda bajarê Serdeşt bombebaran kir. Ev bombebaran di demek de bû ku bajarê Serdeşt bi xwe li dijî rejîma Îranê di nava têkoşînê de bû.   8 HEZAR ŞÊNIYÊN ZERDEŞTÊ BIRÎNDAR BÛN    Li gorî bîlançoyên fermî ji 12 hezar niştecihên bajarê Serdeşt, 8 hezar û 25 kes birîndar bûn. Herî kêm 4 hezar û 500 kes jî birîndaran pêwîstiya wan bi tedawiya lezgîn hebû. Lê ji birîndaran tenê 300 kes hatin dermankirin. Birîndarên din li gundên derdora Serdeşt ji ber jehrîbûna hewayê pêwîstiya wan bi tedawiyê hebû. Hezar û 500 kes ku bi giranî birîndar bibûn û pêwîstiya wan bi tedawiya lezgîn hebû, lê ji ber tedawiya pêwîst nehate kirin ji wane 130 birîndaran jiyana xwe ji dest da. Têkildarê komkujiyê yek ji mexdurên kimyabaranê ku malbatê wê li ber çekên kimyayî  ket, Sureya Hisênî ji Rojnews’ê re qala roja kîmyabaranê kir.   Sureya Hisênî got: “Wê demê temenê min nêzî 9 sal bû, destpêkê dengek bilind hat, piştre jî bêhnek li bajêr belav bû. Kesê nedizanî çekên kîmyayî ne, lê gel wisan dizanî ku çend gazek bihevre teqandine. Êdî her kes bi cihek ve reviya, hinekan berê xwe dan çiyê, hinekan jî berê xwe dan deştê. Em jî çûn gundê Maraxanî yê nêzî bajêr. Piştre ji nûve gel pê hesiya ku çekên kîmyayî bûn bi ser bajêr de hatin barandin. Wê rojê bavê min jî yek ji wan kesan bû ku bu qurbaniyê çekên kimyayî. Bombeyek li ber derê dikana bavê min ket, bavê min dixtorê didan bû, wê kêliyê nexweş jî li cem bavê min hebûn. Birînên giran li ser laşê bavê min çêbûn. 17 salan bi wan birînan re jiyan kir. Zaroktiya me bi wê êşê re derbaz bû.”   Herî dawiyê jî Sureya Hisênî hêvî kir ku ti zarokek Kurd êdî wan êşan dubare nejîn dawî li çekên qedexe bînin.    33 sal derbazbûn lê hîna xelk û jîngeha bajarê Serdeşt ji ber bandora çekên kîmyayî dinalin. Birîndarên çekên kimyayî ji wê demê ve jiyanek gelek zehmet derbaz dikin.