HDP: Li rêyên beraeta kujerê Medenî digerin 2020-06-28 16:37:57   ENQERE - Rêxistina HDP'ê Medenî Yildirim ê ku eskeran di sala 2013’an de ew kuşt bibîr anî. HDP'ê diyar kir ku hêj di lêpirsîna dosyaya Yildirim de tu guhertin tune û li rêya beraeta kujerê Yildirim digerin.    Berpirsiyarê Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê û Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Umît Dede, Medenî Yildirim ê di 28'ê Hezîrana 2013'an de li Navçeya Licê dema avakirina qereqolan şermezar dikir eskeran gule li ser wî reşandin û kutin bibîr anî. Li ser navê komîsyona Mafên Mirovan a HDP'ê Dede, daxuyaniyek nevîskî da û got: "Di çalakiyê de eskeran Medenî Yildikim kuştin û 9 kesên din birîndar kirin. Dosyaya lêpirsînê bi awayekî veşarî tê kirin. Der barê esker Adem Çiftçî de heta 18 salan cezayê girtîgehê doz vekirin. Lê 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryara beraetê da. Di sala 2018'an de Dadgeha îstinafê biryara beraetê xera kir. Doz dîsa li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di ser kuştina Yildirim re 7 sal borîn. Lê darizandin hêj bi encam nebûye. Bersûcê dosyayê serbest tê darizandin. Bi rêya SEGBİS'ê îfadeyê dide. Dîsa ji darizandinê bê par hiştine. Dixwazin bersûc beraet bikin.    Komîsyona HDP'ê dîsa sersaxî ji malbata Medeni Yildirim re xwest û diyar kir ku ji bo berpirsiyar bê cezakirin dê têkoşîna hiqûqê berdewam bikin û her dem li gel malbatê cihê xwe bigirin. HDP'ê anî ziman ku dê tu carî kesên di vê rêyê û dozê de hatin qetilkirin ji bîr neke û ji bo bîranîna Medenî Yildirim dê her dem têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê pêş bixin."