ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2020'AN 2020-06-29 09:00:11 * Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah, armanca êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku Tirkiye hemû gelê Kurd dike armanc. Abdullah, anî ziman ku Tirkiye 36 salin li dijî Kurdan şerê eskerî dimeşîne û bi ser neketiye û ji ber vê yekê şerê taybet ê siyasî, dîplomasî, civakî û aborî dimeşîne.  * Jinên Cizîrî, diyar kirin ku li gel pêvajoya di malê mayînê de li herêmê tundiya li dijî jinan gihişte asta herî bilind û gotin: "Li gel polîtîkayên taybet û pêvajoya koronayê tundî gihişte asta herî bilind. Mafê me jinan ê herî sereke xwe parastin e. Ger ku tundî hebe, berxwedan ferz e.”   * Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, têkildarî îtîfaqa Neteweyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ENKS jî tev li xwe kirin anî ziman ku ev yek dê zorê li Enqereyê bike ku polîtîkayên xwe biguherîne. Pekoz, destnîşan kir ku ew ketine pêvajoya ku di nava çend salan de nexşeyên li herêmê bêne guhertin.    * Ji ber HES'a li Karakûrtê nîviyê gundê Karakûrtê di bin avê de maa. Ji ber vê gundî mecbûr man ji xaniyên xe derên.    * Jinên ji şeveqê heya êvarî bi 80 lîreyî li nav erdan dişixulin, anîn ziman ku tu sîgorte temînateke wan jî tuneye.    * Borseya Heywanan ku ji ber tadîlatê hatibû girtin, hê jî nehatiye vekirin. Cambazên ku li deverên dorvekirî heywanên xwe difiroşin, hem bi xetereya şewba vîrûsa coronayê re rû bi rû dimînin hem jî bi qezayan re.    * Danişîna 19'emîn a "Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê" li Dadgeha Semsûrê bê lidarxistin.    * Komeleya Şêx Seîd bi boneya salvegera darvekirinê ya 95'emîn dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Baroya Wanê û her wiha HDP'a Wanê dê têkildarî îşkencekirina aktîvîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.00-13.00)   * Baroya Mêrsînê dê "Mitînga parastinê" li otoparka edliyê li dar bixe. (12.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Wanê dê ji bo Medenî Yildirim ê di protestoya kalekolê de hat kuştin li ser gora wî bibîr bîne. (16.00)   * Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê dê bi boneya salvegera mirina rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora wî ya li Amedê bibîr bîne. (17.30)