Jinan: Li dijî tundiya mêr em parastinê bi hêz bikin 2020-06-29 09:13:44 ŞIRNEX - Jinan, diyar kirin ku li gel pêvajoya di malê mayînê de li herêmê tundiya li dijî jinan gihişte asta herî bilind û gotin: "Li gel polîtîkayên taybet û pêvajoya koronayê tundî gihişte asta herî bilind. Mafê me jinan ê herî sereke xwe parastin e. Ger ku tundî hebe, berxwedan ferz e.” Piştî ku şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) li seranserê cîhanê belav bû, tundiya li dijî jinan jî zêde bû. Li Tirkiyeyê jî, di pêvajoya malê mayînê de tundiya li ser jinan gihişt asta herî bilind û di rojên ewil pandemiyê de 21 jin hatin qetilkirin û bi dehan jin jî, bi tundiyê re rû bi rû man. Li Cizîrê jinan, têkîldarî mijarê axivîn û diyar kirin ku ligel vê pêvajoyê li herêmê her cûre tundiyên li dijî jinan pêk hat. Jinan, bang li jinan kirin ku li dijî tundiyê parastina xwe bi hêz bikin.    LI HEZEXÊ TUNDÎ ZÊDE BÛ   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zozan Aksu, anî ziman ku di pêvajoya karantînayê de hejmara jinên hatin kuştin nîşan da ku di malan de tu ewlekariya jinan nîne û wiha axivî: "Helbet, beriya pêvajoya di malê mayîn de jî tundiya li dijî jinan hebû. Bi taybetî li Şirnexê ev tundî bi awayeke şênber tê dîtin. Di vê pêvajoyê de tişta ku herî zêde hat dîtin îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan û tundî bû. Bi taybetî jî li navçeya Hezexê tundiya li dijî jinan zêde bûye. Di vê pêvajoyê de me wekî TJA’yê xeta tundiyê vekir. Armanca vekirina vê xetê jî ew bû ku di vê pêvajoyê de em jinan bi tenê nehêlin û ji her pirsgirîkeke wan re bibin hêza çareseriyê. Lê mixabin jin di warê xwe gihiştandina me de qels man. Sedemê vê jî hişmendiya desthilatdar û serdest bû. Malbat wekî “Namusê" li jinê dinêre û nahêle ku ew pêkûtiyên li ser jinê tên meşandin bên ragihandin.”   XWE BIGIHIJÎNIN ME, EM Bİ HEVRE ÇARESER BIKIN   Aksu, di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku li dijî tundiyê xweparastina xwe bi hêz bikin û wiha got: "Di serî de, divê jin xwedî biryar bin. Dema ku jin xwedî biryar bin, wê demê dikarin bi awayeke xurt xweparastina xwe biafirîn in. Her tiştek bi me destpê dike. Ger em jin bibin yek hêz, emê karibiin her cûre tundiyê têk bibin. Bila jin xwe tenê nebîn in û em bang li jinên Şirnexê dikin ku dema bi tundiyê re rû bi rû man bila xwe bigihîjin me û em pirsgirêkên wan bi hev re çareser bikin.”    HERÎ ZÊDE TUNDIYA DERÛNÎ HAT MEŞANDIN   Hevseroka HDP’ê ya navçeya Sîlopiyê Suzan Aşkin jî, bal kişand ser tundiya li dijî jinan û wiha bilêv kir: "Di vê pêvajoyê de li dijî jinan her cûre tundî pêş ket. Pêvajoya di malê mayîn de herî zêde  ji bo jinan talûke bû û jinan zehmetiyên mezin kişandin. Hem tundiya mêr û hem jî tundiya dewletê di vê pêvajoyê de pir zêde hat dîtin. Pêvajoya di malê mayîn de hat dest pê kirin, lê ji bo ewlehî û parastina jinan tiştek nehat kirin. Pirsgirikên heyî, bi vê pêvajoyê re xetimîn û mezintir bûn. Me tu carî tundiya li dijî jinan qebûl nekir û em bawer dikin ku bi têkoşîna xwe em ê vê tundiyê bi dawî bikin. Rizgariya ji vê bi me jinan pêkane. Bi taybetî jî jinên Botanê hewceye ku vê tundiyê qebûl nekin û li dijî her êrîşeke mêr bi bertek bin. Pêwîste ku em xweparastinê bi hêz bikin. Bi polîtîkayên hedef girtina jinan û tunekirina hişmendiya jin dixwazin hişmendiyeke serdest ava bikin. Lê pêwîste ku em jin destûr nedin vê yekê û li dijî her êrîşek em bibin tifaq.”    JIN MEHKUMÎ TUNDIYÊ KIRIN   Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê Gûler Tunç jî, da zanîn ku di vê pêvajoyê de li dijî jinan dewletê li herêmê polîtîkayeke taybet da meşandin û wiha axivî: "Mayîna mêr a mal de pêşiya tundiyê vekir. Desthilatdariya AKP’ê polîtikayeke qirêj dide meşandin. Di vê nexweşiya koronayê de, çalakî û xebatên jinan hatin astengkirin. Ligel astengkirina xebatên jinan, jin mehkumî tundiyê kirin. AKP’ê ev pêvajo ji xwe re wekî armanc û firsendekê dît. Kuştin û tundiya li dijî jinan nahêlin ku bênteşhîrkirin û li gel van polîtîkayan tundiyê  meşrû dikin. Di aliyê aborî û derûnî de, êrîşeke mezin pêk hat. Jin ji nêçariya xwe divê bixebitin. Dema ku dixebite jî pêkane ku bi vê nexweşiyê bikeve. Wê deme ev şewb derbasî hemû malbatê dibe.”   DIVÊ EM XWE PARASTİNÊ Bİ HÊZ BIKÎN   Tunç, anî ziman ku hişmendiya desthilatdar ev pêvajoye wekî firsendek bikar anî  û bang li jinên herêmê  kir ku di vê pêvajoyê de malen xwe de xweparastina xwe xurt bikin. Tunç, da xuya kirin ku li herêmê di  salên 2016’an de li dijî jinan herî zêde tundiya derûnî hat meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi taybetî di van salên dawî de tundiya fîzîkî û aborî  pir zêde bûye. Li Tirkiyeyê, tundiya li dijî jinan herî kêm li Şirnexê dihat dîtin. Lê ligel van polîtîkayên taybet û pêvajoya koronayê, asta tundiyê pir zêde bû. Mafê me jinan a herî sereke xwe parastin e. Ji ber vê jî divê em xwe parastinê bi hêz bikin. Em wekî TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê her tim li gel jinan in. Em dixwazin jin xwe bigihîn in me. Ji bo ku em bibin hawar û nefesa jinan, em her tim amade ne. Bêgûman ger ku tundî hebe, xweparastin ferze. Her sal em kolan bi kolan digerin û rapora jinan a saleke amade dikin. Dûre bi raya giştî re parve dikin. Jin ne bi tenê ne, em li virîn û em her tim bi wan re ne.”