Bûlûttekîn: Em bi dosyayên tolgirtinê tên darizandin 2020-06-29 10:07:35 AMED - Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn a ji peywirê hat girtin, qeyûm tayînî cihê wî hat kirin û 6 mehan di girtîgehê de ma û şûnde hat berdan, diyar kir ku bi dosyayên tol girtinê tên darizandin û got: “Ev helwest, li dijî vîna gel êrîşek mezin e.”   Hevşaredara Navçeya Sûr a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn a bi biryara Wezareta Karê Hûndir di 21’ê Kanûna 2019’an de ji peywirê hat girtin, qeyûm tayûnê cihê wê hat kirin û dûrê hat binçavkirin û girtin, piştî 6 mehan hatibû berdan.  Bûlûttekîn, derbarê tayînkirina qeyûm û darizandina xwe de nirxandin kirin.    Bûlûttekîn, girtina xwe û tayînkirina qeyûm weke “Êrîşa li dijî vîna gel” nirxand û wiha got: “Bi hincetên xebatên me yên partiya siyasî me sûcdar dikin û girtin.”    ‘ARMANC KRÎMÎNALÎZE KIRINA HDP’Ê YE’   Bûlûttekîn, anî ziman ku hemû xebatên partiyê yên di pêvajoya Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê de bi rêve birin krîmînalîze kirin û wiha bilêv kir: “Ji bo ku HDP’ê krîmînalîze bikin û naveroka siyaseta wê vale derbixin, me sûcdar dikin. Dosyayê bi navê tolhildanê amedekirin û me bi van dosyeyan di darizîn in. Di sala 2017’an min peywira Hevserokatiya Amedê kir. Xwestin me bi axaftinên me kirin sûcdar bikin. Serdozgeriya Komarê yê derbarê min de dosya amede kir, ji bilî vê îdîanameyê, 12 lêpirsînên din derbarê min de vekiriye. Min div an lêpirsînan de parastinên xwe kirin. Ji ber ku di van dosyeyan de tu delîlek şênber nedin ev dosya girtin.”    ‘ÊRÎŞA LI DIJÎ VÎNA GELE’   Bûlûttekîn, binçavkirin û girtina xwe weke êrîşa li dijî pergala hevserokatiyê nirxand û wiha pê de çû: “Ji roja ku ez hatim binçavkirin û heya hatin berdan, ez rastî gelek binpêkirinên mafan hatim. Polîsên ku bi ser mala min de girtin, ez û zaroka min a 10 salî dev devkî bi erdê re dirêj kirin. Berê çekên xwe dan me. Piştî pêvajoya li Midûriyeta Polîsan û dadgeh kirinê, ez şandim Girtîgeha Tîpa T a Amedê. 7 rojan ez li vê derê hiştim û dûre ez sîrgûnê Erziromê kirim. Ev helwesta li dijî me, êrîşa li dijî vîna gel bû. Li girtîgehê jî em rastî gelek pirsgirêkan hatin. Li girtîgehê ji bo pêvajoya pandemiyê tu bergirî nehatin girtin. Me hemû pêdiviyên xwe bi derfetên xwe pêşwazî dikir.”    'EMÊ PAŞVE GAV NE AVÊJIN’   Bûlûttekîn, dest nîşan kir ku pergala hevserokatiyê pergalek demokratîk û zelal e û ew weke jin xwe di vê pergalê de îfade dikin. Bûlûttekîn, da zanîn ku desthilatdarî îro êrîşî vê pergalê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi êrîşa li dijî pergala hevserokatiyê û girtinan, dixwazin peyamê bidin civakê û bi taybetî jî jinan. Lê li dijî van êrîşan emê tu carî paşve gav ne avêjin. Em ê bi gelê xwe re bin. Li ser vî esaî emê bi hevşaredar û endamên xweyên meclîsê re hemû planên xwe bixin pratîkê. Berpirsiyariyên me îro jî dewam dikin. Ji min re gelek peyam û telefon tên. Bi rastî jî piştgiriya gel pir mezine. Em vê ji kûr de hîs dikin. Weke berê em îro jî encamên qeyûman avakirin dibîn in. Ew çi bikin bila bikin, emê xwedî vîna gelê xwe derkeven û gel jî wê xwedî me derbikeve. Di vê çarçoveyê de ez hemû gelê Sûrê ku em hilbijartin û hemû gelê kurd silav dikim.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel