Derbarê nûçegihana me Eser de lêpirsîn hat destpêkirin 2020-06-29 12:06:52 STENBOL – Derbarê nûçegihana me Sadiye Eser de ji ber hevpeyvînek di 2019’an de kiriye lêpirsîn hat destpêkirin.    Derbarê nûçegihana buroya me ya Stenbolê Sadiye Eser de ji ber hevpeyvîna “20 salê Ocalan ên li Îmraliyê” ku di 2019’an de kiribû lêpirsîn hat destpêkirin. Dozgeriya Stenbolê nûçeya me ya di rojnameya Yenî Yaşamê de hat weşandin çavkanî nîşan daye û xwest Eser biçe Dadgeha Çaglayanê îfade bide. Eser çû Dadgeha Çaglayana Stenbolê û îfade da dozger. Hat îdiakirin ku di hevpeyvîna li gel parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar de hatiye kirin hevokên ku propganda kirine hene.