78 baroyan îlan da rojnameyê: Em serdestiyê qebûl nakin 2020-06-29 13:03:18 ENQERE - 78 baroyan li dijî hewldanên AKP'ê yên ku dixwaze pergala baroyan biguherîne îlana hevpar dan rojnameyê. Baroyan diyar kirin ku ew tu carî destûr nadin ku dengê baroyan bê qutkirin û her awayê serdestiyê red dikin. Baroyan bang li her kesan kir ku piştgiriyê bidin wan.    78 baroyan li dijî polîtîka û hewldanên hikûmeta AKP’ê ku dixwaze pergala baroyan biguherîne îlana hevpar dan. 78 baroyên ku Baroyên Stenbol, Enqere û Îzmîr jî di navde îlan dan û li dijî hewldana AKP'ê nerazibûnên xwe anîn ziman. Di nava baroyan de Baroyên Xarpêt û Erzînganê cihê xwe negirt. Baroyan anîn ziman ku bi vê guhertinê dixwawazin dengê welat qut bikin û bêhna welat biçikînin. Li gel temenê me, roja germ, baran û vîrûsê em dîsa ji bo vî maf û vê daxwazê meşiyan Enqereyê. Em ji çar aliyan meşiyan Enqereyê. Em ji bo mafê xwe yê demokratîk meşiyan, lê em li Enqereyê rastî pêkanîna dijmirovî hatin. Armanca sekna me ya bi biryar ewe ku li dijî baroyan pêkanînên dijdemokratîk heye. Em li dijî helwesta bêdengkirinê bûn deng. Baroyan di îlanê de anîn ziman ku ew bi tu awayî serdestiyê qebûl nakin û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin wan.